‘Trêna li Stasyona Xwe Digere’ derket
Hewlêr (Rûdaw) - Pall Weşanê kitêba ewil a rêza xwe ya nû “hûrgilî”yê çap kir. Pirtûk li ser trênê ye û 17 nivîskaran li ser trênê nivîsiye.
Di rêza "hûrgilî"yê de dê kitêbên eleqedarî obje û alavan, mekanan, hûrgilî û hûrdekariyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane bêne çapkirin.
Di dorê de kitêba "Qehwexane"yan heye.
Pirtûk ji aliyê Înan Eroglu ve hatiye amadekirin û ev nivîskar tê de cih digirin:
“Amed Çeko Jiyan, Beyan Ezîzî, Burhan Sönmez, Ciwan Nebî, Ciwanmerd Kulek, Diya Ciwan, Fatma Savci, Haydar Diljen, Hejarê Şamil, Konê Reş, Mueyed Teyib, Nûredîn Zaza,Rohat Alakom, Selîm Temo, Serdar Şengül, Ûsivê Hemîd”
Li ser paşberga kitêbê wiha hatiye gotin:
“Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li hez û têgihiştina me zêde bike, her wiha dikare ji aliyê dîrokî, civakî û demografiyê ve rê li ber guherînkarî û desttêwerdana welatê me jî veke, erdnîgariya me bi hev û erdnîgariyên serwer re girê bide, carna bibe sînor di navbera me de û me parçe bike û carna jî bibe alava kontrol, serkutkirin û sirgûnê.”
Ev kitêba ji 17 nivîsarên 17 nivîskarên ji dever û şêwezarên cuda yên Kurdan pêk hatî, dixwaze nîşan bide ka trên di nezera nivîskaran de miqabilî çi ye, wateyeke xwe ya çawa bo wan heye, tesîreke çawa li wan kiriye û ew wek alavekê di pêwendeke çawa de wê bi cih dikin, bi çi awirî li wê dinihêrin.
Naverok:
Nûredîn Zaza, Reva ji Trênekê li Sûriyê ji ber Dorpêça Hêzên Tirkan (Ji fransî: Bilal Ata Aktaş)
Rohat Alakom, Çêkirina Xeta Trênê li Kurdistanê ji Aliyê Skandînaviyan ve (1927-1934)
Serdar Şengul, Rêwîtiyeke ber bi Welêt ve di nav Xetên Hesinî de
Diya Ciwan, Gazindek ji Trênê
Konê Reş, Trêna Berlîn-Bexdayê li Beriya Mêrdînê
Selîm Temo, Xêzika li Stasyona Qeredaxê
Haydar Diljen, Trêni Xeyelandê Mi de Sey Fîgurê Estanekan Bî
Fatma Savci, Trên ji bo Birinê Tê Ne ji bo Anînê
Ûsivê Hemîd, Trêna Kotolê
Mueyed Teyib, Bîrhatinek ji Seferên Jînê
Ciwanmerd Kulek, Rêwîtiyên Hesinî
Beyan Ezîzî, Qetarî Werşo bo Krakov Be Zistanda Têper Debêt
Amed Çeko Jiyan, Tiliya Pêçayî
Burhan Sonmez, Dengê Zemanî
Hejarê Şamil, Ez di Trênê de Hatime Dinyayê
Ciwan Nebî, Trên li wir Rawestiyayî ye, Naçe Helebê
Înan Eroglu, Trêna Bêdengiyê