Ji devê hevalê Yilmaz Guney çîroka wî

Hevalê derhêner û aktorê kurd Yilmaz Guney ê alman Edi Hubschmid, bîranîn xwe û Yilmaz Guney di pirtûkek bi navê “Rê – Rêya Mişextê” (Yol – der WEG ins EXIL) de kom kir.

Edi Hubschmid diyar kir ku ew bi hêviya ku weşanxaneyekê bibîne pirtûka wî wergerîne kurdî beşdarî “Pêşengeha Pirtûkan a Frankfurtê” bû, lê wî ti weşanxane nedît ku pirtûka wî wergerine.

 

Hubschmid anî ziman wî derbarê Yilmaz Guney de senaryoyek radestî derhênerê tirk Fatih Akin kiriye lê Akin ji wê rojê ve bersivek nedaye wî.

 

Edi Hubschmid li bajarê Frankfurt ê Almanyayê pirsên Rûdawê bersivandin.

 

Bi ser mirina Yilmaz Guney re çend sal derbas bûn. Te çima heta îro xwe girt?

 

Çîroka wê dirêj e. Lê ez dixwazin vê yekê bibêjim: Par min tevahiya document û wêneyên derbarê Yilmaz Guney de bi awayekî kronolojîk berhev kir. Ji ber ku dokument tevlihev bûn min biryar da ez bi nivîskar û senaristê birîtanî Peter Palinsin re bixebitim. Wî jî pêşniyara min qebûl kir.

 

Ez sê rojan pê yek li gel Peter Palinsin re rûniştim û min ji wî re behsa bîranînên xwe û Yilmaz Guney kir û wî jî dengê min tomar kir. Piştî demekê ez vegeriya Zurihê. Peter jî dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Me xwest ku em berhemeke baş amade bikin. Piştî ku senaryo qedand pirsî “em li ku derê û kengê dest bi girtina dîmenên fîlm bikin?” Me biryar da ku em bi şirketa ku ez li dixebtim C. Filmê re kar bikin.

 



Senaryo behsa kijan salên Yilmaz Guney dike?

 

Fîlm ji sala 1976an li girtîgeha Enqerê dest pê dike. Çîroka fîlmê ji dema ku dadgeh biryara 19 sal cezayê zîndanê dide Yilma Guney dest pê dike û heta ew li Festîvala Fîlmên Cannesê xelat werdigre dirêj dibe.

 

Te cara yekemîn Yilmaz Guney li ku derê dît?

 

Min cara ewil sala 1979an di fîlma Kerî (Sürü) de dît. Dixwesr fîlmê bîne Cannesê. Ji bo vê yekê hevalekî min çû Tirkiyê rêkeftin bi Yilmaz Guney re kir. Min Cotmeha 1980yê serdana Yilmaz kir. Mixabin wê heyamê di girtîgehê de bû. Di bin çavderiya polîsan de me behsa porjeyên fîlma kir.

 

Wê serdemê bêkêf û bêmoral bû. Biryarên me derbarê “Rê” (Yol), “Kerî” û “Neyar” (Düşman) de dayîn li xweşa wî çûbû. Lê ji aliyê hunerî ve fîlma Neyar ne bidilê wî bû. Me jê re got emê li ser bixebitin. Piştî em li ser xebtin emcameke baş jê derket.

 

Te çawa li gel Yilmaz Guney dest bi karê hunerî kir?

 

Ez di navbera salên 1980 û 1984an de ligel Yilmaz xebitim. Ew 10 salan ji min mezintir bû. Bêguman ew ji min zêdetir xwedî ezmûn bû. Nêzîkî 100 berhemên wî hebûn. Ev derhêner, senarîst û aktor bû. Lê berhemên min kêm bûn. Me set û senaryoya fîlma Rê bi xebatên hevbeş veguhest Swisreyê. Me plan dikir ku em Yilma Guney û malbatî ji Tirkiyê bi qaçaxî derbasî Ewropayê bikin. Wê demê li firokexaneyan kontrolên tund hebûn.

 



Tu dikarî behsa Yilmaz Guneya çawa ji Tirkiyê reviya Ewropa bikî…

 

Çîroka wê jî dirêj e. Di Tebaxa 1980an de ji bo helkefta cejnê çend roj destûr dabûn Yilmaz Guney da ku here cem malbata xwe. Me ev yek weke derfet bikar anî û me hevjîna û 2 zarokên wî jî bi qaçaxî bi ser Derya Egeyê ve derbasî Ewropayê kir. Dema em gihîştin Swisreyê em pê hesiyan ku Interpol li wî digerin. Ew pirsgirêkek mezin bû. Ji ber rojnamevanên tirk cihê me diyar bibû. Em mecbûr bûn ku xwe veşerin.

 

Dema hûn gihîştin Ewropayê we yekem çi kir? 

 

Dema em gihîştin Swisreyê me yekser bi dizikî dest bi girtina dîmenên fîlma Rê kir. Me di navbera Cotmeha 1981ê û Adara 1982yê fîlm qedand.

 

Xebatên te niha di kijan qonaxên de ne? 

 

Çend salan ji bo peydakirina kesên bibin finansman min hewl da. A rastî ji ber ku min budçeya pêwîst pêk nehanî min nekarî ez fîlme çêbikim. Lê min her dixwest ku ez derbarê Yilmaz de berhemekê amade bikim. Ji ber vê yekê jî ez mecbûr bûm ku li şûna fîlmê, pirtûkê binivîsim. Di heyama salekê de min pirtûka ni navê “Rê – Rêya Mişextê” (Yol – der WEG ins EXIL) qedand.

 

Ji bo fîlmê te hevdîtin kirin?

 

Birastî min hemû rê ceribandin. Ez negihîştim ti encamekê. Min hewlda ez li Fransa, Swisre û Almanyayê bûdçeyekê bibînin. Alîkarê min jî nebû. Ji ber nexweşiyê min nekarî ez zêde pê re mijûl bibim. Ji ber vê sedemê jî min fîlm çênekir.ç

 

Di rojnameykî almanî de derbarê senaryoyê de nûçeyek derketibû. Derhênerê tir Fatih Akin nûçe xwendibû û bi min re ket peywendiyê. Min jî jê re senaryo şand. Heta niha jî ti bersiv nedaye.

 

Tu çima hatî Pêşengeha Pirtûkan a Frankfurtê?

 

Dema ku min bihîst ku pêşangeh heye ez hatim. Taybetî jî ez ji bo hêviya dîtina weşanxaneyên kurdî hatim. Min got dibe ku pirtûkên derbarê simeyaê de çap bikin.

 

Te weşanxaneyek nedît pirtûka te wergerîne kurdî û çap bike? 

 

Mixabin na. Ez li gel çend kesan axivim. Gotin ji ber krîza aboriya li Kurdistanê zêde beşdarî çalakiyên navnetewî nabin. Ti weşanxane amade nîne ku pirtûka min wergerine kurdî û çap bike.