Dilber bi 8 zimanan distrê

27-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermend Dilber Doskî stranekê bi heşt zimanan amade dike.

Dilberê li ser vê strana xwe ji Rûdawê re got: “Ev stran ji stranên min ên berê cuda ye. Ezê bi 8 zimanan vê stranê bêjim. Ez dixwazim peyama aştî û biratiyê bi riya strana xwe bigihînim temamiya cîhanê.”

Dilber Doskî hem stranbêje e û hem jî wek aktor beşdarî çend fîlman bûye.

Dilberê herwiha li Bakurê Kurdistanê di çend kanalên televizyonê de wek pêşkêşvan kar kiriye.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst