Weşanxaneyên Kurdî ji bo pêşangehên li Tirkiyê nayên vexwendin
Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneyên Kurdî ji bo pêşangehên pirtûkan ên li bajarên cuda yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nayên vexwendin. Weşanxane vê yekê wekî "cudakariya li dijî ziman û wêjeua Kurdî" dinirxînin.
Weşanxaneya Avesta ku ji sala 1995an û vir ve kedeke girîng di weşangeriya Kurdî de heye, li ser medyaya civakî pirsa xwînerên Kurdî ya “Çima hûn naçin pêşangehan?” bersivand.
Di bersiva xwe de Weşanxaneya Avestayê dibêje: “Pêşangehên pirtûkan dest pê kirin. Xwendevan dipirsin, lm mixabin em nikarin beşdarî wan bibin. Me bi nivîskî serî li pêşangeha Kartalê da, lê bersiva me nedan. Berê jî ji bo em beşdarî pêşangeha Êlih, Wan û Enqerê bibin astengî ji me re derxistin, lewama me serlêdan nekir. Em li pey bijardeyên din in.”
Keskîn: Li hemberî weşanên bi Kurdî hesasiyet heye
Derbarê mijarê de Rêveberê Weşanên Avesta Abdullah Keskîn ji Rûdawê re got, di van salên dawî de hema bêje pêşangehên bazirganî nemane, êdî li bajaran pirniya pêşangehan ji aliyê şaredarî û parêzgariyan ve tên lidarxistin.
Abdullah Keskîn diyar kir ku pêşangeh ji bo weşanxaneyan di warê danasînê û xebatên din ên edebî û hunerî de girîng in û destnîşan kir ku her çend bo beşdarkirina pêşanehan serlêdan kirine, lê ew ji bo beşdar bibin nehatine vexwendin.
Keskîn got: “Em 7-8 sal berê beşdarî pêşangehên ku li Wan û Sêrtê bûn. Weşanxaneyên ku beşdarî pêşangehan dibin bi giştî di mijarên wekî cihdayînê de alîkariya wan tê kirin. Di sala 2018an de em bi derfetên xwe beşdarî pêşaneha Êlihê bûn. Eleqeyeke germ û zêde ji standa me hebû. Lê mixabin em ji bo pêşangehên salên paştir ên li Êlihê nehatin vexwendin. Di salên borî de me ji bo pêşaneha Wanê standa xwe amade kiribû, lê ji ber ku cîh têra standa me nebû em beşdar nebûn.”
Keskîn herwiha diyar kir ku tevî serlêdan kirine, lê ew ji bo pêşangeha Kartal a Stenbolê nehatine vexwendin û da zanîn ku dereng agahiyan wan ji pêşangeha Enqerê bûye û wiha pê de çû: “Mijara weşangeriya bi Kurdî sembolek e, afîş e. Xwendevan jî dipirsin. Lê diyar e ku hesasiyeteke li dijî weşanên bi Kurdî heye. Demek berê niha jî me xwest ku paneleke wêjeyî li Mêrdînê pêk bînin, lê bi hinceta pandemiyê hat astengkirin. Ev ne karekî siyasî ye, karekî edebî û hunerî ye, lê weke defakto qedexe heye.”
Qahir Bateyî: Polîtikayeke giştî ye
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê nivîskar Qahir Bateyî jî diyarkir ku nevexwendina weşanxeyên Kurdî peywendî bi mijara qeyûmanv e heye.
Derbarê mijarê de weşanger Qahir Bateyî got: “Ya rastî vê mijarê peywendî bi mijara Qeyûman jî heye. Çend sal in ku şaredarî anko qeyum pêşangehan vedikin, lê mixabin weşanxaneyên kurdî gazî nakin. Lê ji bo pêşiya rexneyan bigirin bi şiklekî semobolîk Weşanxaneya Nûbiharê gazî dkin. Ji bilî Weşanaxaneya Nûbiharê çi weşanxaneyên din qebûl nakin û serîlêdana weşanxaneyên kurdî jî hemûyan red dikin. Ev jî polîtikayeke giştî ya wan e. Ev polîkayeke cudaxwaz û li hember ziman û edebiyata kurdî bêteamilî ye. Mixabin ev çend sal e vê polîkayê bi vî rengî dimeşînin.”
Qahir Bateyî herwiha anî ziman ku helwesta li hemberî weşanxameyên Kurdî nayê qebûlkirin got: “Çawa ku li hemû deverên Tirkiyê weşanxaneyên Tirkî dikarin beşdarî pêşangehan bibin, pêwîst e ku weşanxaneyên Kurdî jî ku piraniya wan li Kurdistanê ne bikarin beşdarî pêşangehê bibin û berhemên xwe bi rêya pêşangehan bigehînin xwendekarên xwe.
Nûbihar: Em nehatine vexwendin, em bi şert û mercên xwe beşdar dibin
Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevik ku nêzîkî 30 salen e di weşangeriya Kurdî de cihê xwe girtiye, diyar kir ku ev gengeşî çend sal berê jî çêbûbû.
Suleyman Çevik got: “Dema ev gengeşî çêdibin di nava civakê de fikreke weha çêdibe, Weşanxaneya Nûbiharê digrin pêşangehê, weşanxaneyên din nagirin. Wê wextê jî min gotibû, li vêderê carek din dibêjim: Tu kes vexwendname ji me re jî naşîne. Ji dawiya havînê ve em taqîb dikin, bi şîrketên pêşangehan ên li bajarê Kurdan pêşangehan çêdikin re ketine têkiliyê. Gelek caran me telefonî wan kiriye, me gotiye îsal pêşangeh heye yan na û eger hebe dixwazin beşdarî pêşangehê bibin. Hinek weşanxaneyên salên berê beşdarî van pêşanehan bûnen, em bi wan re ketine têkiliyê da ku me ji pêşangehan haydar bikin. Ligel vê jî em jî beşdarî fuarên Farqîn û Midyadê nebûn, tew agahiya me bîle ji Farqînê nebû.”
Çevik eşkere kir ku ji pêşaneha Sêrtê doh agahiya wan jê çêbû û got: “Pêşaneha Sêrtê van rojana vedibe. Yanê dixwazim vêya bibêjim, naxwazim di mêjiyê xwendevanên Kurd de gumanek bimîne; tu kes bangî me jî nake, bi îmkanên xwe, haya me ji pêşangehan çêdibe, Pêşangeha Enqerê jî wesa haya me jê çêbûye û em bi pereyê beşdarî Enqere bûne. Li bajarên li kuderê pêşangeh vebe, heta îmkan hebe em dê beşdar bibin.”