Hengaw Enwer: Muzîk beşeke baweriya Êzidiyan e

Hewlêr (Rûdaw)- Dr. Hengaw Enwer diyar kir ku muzîk beşek e ji baweriya Kurdên Êzidî.

Dîroka Kurd û Kurdistana kevn ne bi nivîsê, bi rêya zargotin, dengbêjî û folklorê hatiye parastin.

Yekem teza doktorayê li ser muzîka Kurdên Êzidî li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê hat pêşkeşkirin.

Lêkolîna ango teza hatiye amadekirin li ser dîroka zargotin û muzîka Kurdên Êzidî ye.

Lêkolîn ji aliyê Hengaw Enwer ve hat amadekirin.

Teza doktorayê xwe spartiyê qewlên Êzidiyan.

Qewal jî bi hezaran sal in bi rêya qewlên xwe dîrok û baweriya Êzidiyan parastiye.

Lêkolîner Hengaw Enwer diyar kir ku li cem Kurdên Êzidî muzîk jî her wekî baweriyê pîroz e û di asta baweriyê de ye.

Li gorî gotina Hengaw Enwer muzîk beşek e ji baweriya Kurdên Êzidî.

Dîroka Kurdên Êzidî ji aliyê qewalan ve tê vegotin û bilûra destê qewalan jî li Kaniya Spî tê pîrozkirin.

Endamê jûriya nirxandina teza doktorayê Dr. Seîd Xwwdêda jî li ser muzîka Êzidiyan da zanîn:

“Tê bîra min dema em zarok bûn û Gera Tawis li herêmekê, li gundekî li malekê Êzidiyan hebûya jin û mêr û zarokan hemû diçûn ber û lê guhdar dikirin.

Ez dikarim bêjim rihê mayînê û yekgirtina Êzidiyan hebûna dîrok û baweriya Êzidiyan di muzîkê de ye.”

Her wiha akademîsyen Dr. Sirûd Fuad jî amaje bi wê yekê kir ku metoda vê teza doktorayê îspat kiriye ku muzîka Kurdên Êzidî qonax bi qonax bûye formeke muzîkê.

"Ez di bandorê de mam"

Serokê komîteya nirxandina tezê Dr. Îhsan Şakir jî amaje bi wê yekê kir ku ew bi asteke bilind di bin bandora berxwedan û dilsoziya Êzidiyan da maye.

Dr. Îhsan Şakir amaje bi wê yekê jî kir ku bicihbûna zargotin û muzîkê ya li nava Êzidiyan sîmayeke resen e.

Lê gorî lêkolînê muzîka Kurdên Êzidî ew çend qedîm e ku li ser dîrok û çanda Kurdan a beriya Îslamê bûye çavkanî.