Konserta Mem Ararat a Mêrsinê hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a Mêrsinê hat qedexekirin.

Konserta Mem Ararat ku dihat pêşbînikirin îro 27ê Îlona 2022yan li parêzgeha Mêrsinê ya Tirkiyê pêk bê, ji aliyê parêzgeriya wî bajarî ve hat qedexkirin.

Mem Ararat li ser hesabên xwe yê medyaya civakî derbarê biryara qedexekirina konsera wî ji aliyê parêzgariyê ve daxuyanî da. 

Di daxuyaniya xwe de Mem Ararat dibêje: “Weke tê zanîn 27ê Îlonê li Mersînê dê konsera me pêk bihata. Di vê derbarê de hemû bilêt hatibûn firotin, ji bo muzîsyenan hemû rezervasyonên otel û balafirê hatibûn kirîn, tew hinek hevalên me yê muzîkjen gihîştibûn Mersênê jî.”

Hunermendê Kurd da zanîn ku wan tevahiya amadekariyên konsera xwe kiribûn û got: “Em jî 26ê Îlonê, ango duh danê sibehê ber bi Mersînê bi rê ketin. Piştî nîvro beriya ku em bigîhêjin Mersînê hevalên me yê berpirsiyar nûçeya qedexekirina konsera Mersînê ragihandin me. Heta belgeya fermî negîhîşt ber destê me, me nexwest em vê agahiyê parve bikin. Lê vaye îro belgeya fermî jî gihîşt destê me. Mixabin konsera me ji hêla Walîtiya Mersînê hat betalkirin. Ji bo raya giştî bi rêzdarî.”