Fîlma derhênerê Kurd dê ji bo Oscarê têkeve pêşbirkê

Hewlêr (Rûdaw) - Filma derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê “Messiyê Bexdayê”, li ser navê Îraqê ket lîsteya berbijêran a fîlma herî baş a navneteweyî ya Oscarê.

Rêveberiya Giştî ya Sînema û Şanoyê ya Îraqê ragihand ku lijneyeke serbixwe ya rêveberiya wan, fîlma Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê “Messiyê Bexdayê” ji bo Oscarê destnîşan kiriye ji ber ku hemû mercên berbijêrbûnê ji bo xelatên Oscarê tê de hene.

Fîlma “Messiyê Bexdayê”, berhemeke hevbeş a Belçîka, Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Budceya wê ji aliyê Belçîkayê ve hatiye dabînkirin û beşek jî ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Îraqê ve hatiye dayîn.

Dîmenên fîlmê li Zaxo û Rebîeyê hatine girtin.

Fîlmê çend xelatên girîng bi dest xistine

Fîlm heta niha beşdarî zêdetirî 30 festîvalên navneteweyî bûye û her wiha çend xelatên girîng jî bi dest xistine.

Ev fîlm behsa xewna zarokekî astengdar dike ku dixwaze di qerebalix û nerêkûpêkiya Bexdayê de arezûyên xwe bi cih bîne.

Ew jî dîtina lîstikvanê Arjantînî Lionel Messi ye.

Derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ku li Belçîkayê dijî beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Hewar Celaledînê da.

Du kurtefîlmên Sehîm Omer Xelîfe beşdarî Oscarê bûne

Sehîm Omer Xelîfe got:

“Bi rastî ez kêfxweş bûm ku Îraqê ev fîlm hilbijart. Fîlma me Belçîkî û Îraqî ye. Me dîmenên fîlmê li Kurdistan û Îraqê girtin.

Hêvî dikim çileya pêşîn xebereke xweş bê û fîlma me bikeve kurtelîsta Oscarê.

Bi rastî zehmet e, ji ber ku 120 welat fîlma xwe ya herî baş dişînin. Ji wan 15 tên hilbijartin.

Berî niha wekî kurtefîlm em gihîştibûne wê yekê lê wekî fîlmên dirêj nebûye.

Piştî ku 2 caran kurtefîlmên min ji bo Oscarê hatin hilbijartin ez jî bûme endamê Oscarê.”

Îraqê cara yekem sala 2005an fîlmek pêşkêşî xelatên Oscarê kir û ji wê demê heta niha 12 fîlmên din pêşkêşî wan kirine.

Ji Îraqê heta niha ti fîlm di beşa Fîlma Navdewletî ya Herî Baş de nehatine hilbijartin.

Du kurtefîlmên Sehîm Omer Xelîfe berê di pêşbirka Oscarê de di beşa Kurtefîlman de derketibûn fînalê.

Sehîm Omer Xelîfe kî ye?

Sala 1980yî li Zaxoyê ji dayîk bû. Li Zaxoyê xwendina seretayî û amadehiyê bi dawî kiriye.

Sala 2000î başa hesabgiriyê ya enstîtuya teknîkî ya Dihokê bi dawî dike û sala 2001ê berê xwe dide Belçîkayê û li wir dibe penaber.

Sala 2004ê jî li Zanîngeha Sint-Lukasê dest bi xwendina sînemayê dike.

Sala 2009ê bawernameya masterê di warê deranîna sînemayê de wergirtiye.