Berhema kedeke zêde û xwebexş: Psychology Kurdî

27-07-2021
Nîşan Psychology Kurdî Kovar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Psychology Kurdî yekem kovara derûnnasî ya bi Kurdî ye ku çar mehan carekê derdikeve.

Berpirs û edîtorên kovarê dibêjin ku armanca wan a serekî ew e; ev kovar ji derûnnasiya kurdî re bibe stûnek û bikaribin “psychology” bi Kurdî bikar bînin û di vî warî de dewlemendiya Kurdî derxînin holê. Herwiha tekez dikin ku armanceke wan a din jî ew e; bi zimanê bavûkalan fêrî derûniya xwe bibin.

Psychology Kurdî ku ji sala 2016an ve dest bi weşanê kiriye, heta niha 13 hejmar derketine û yek ji wan online. Her hejmarek li ser mijareke serekî rawestiya ye ligel babetên din ên derbarê derûnnasiyê de. Wek mînak di hejmara yekê de “Zarok, Şer û Trawma” mijara serekî bûye.

Ligel ku berpirs û edîtorên kovarê dibêjin, ew bi awayekî xwebexş kar dikin, daxwazeke wan jî ew e ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî pisporên derûnnasiyê ji wan re binivîsin û bibin alîkar.

Kovar niha bi editoriya Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Mehmet Ali Erol, Leyla Turhan û Kenan Ormek ji Weşanxaneya Avestayê derdikeve.

Kovarê heta niha bi kesên ku di warê xwe de pispor û deng vedane yên wek Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan, Prof. Dr. Philip Zimbardo, Prof. Dr. Vamik Volkan, Prof. Dr. Cem Kaptanoğlu, Prof. Dr. Melek Göregenli, Zimannas û Lêkoler Deham Ebdulfettah û Doç. Alk. Murat Paker re jî hevpeyvîn kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst