Hunermend Rojîn li eniyên şer serdana pêşmergeyan kir

 

Kerkûk (Rûdaw) – Hunermend Rojîn çû Kerkûkê û li eniyên şer serdana hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kir. Rojînê eşkere kir ku stranek li ser Kerkûkê çêkiriye lê agahiyên zêde li ser neda.

 

Hunermenda bakûrî Rojîn, îro danê êvarê bi kincên kurdî û çek û rextan ve çû Kerkûkê û li deverên Beşîr, Mela Ebdullah û Tilwerdê serdana hêzên pêşmerge kir.

 

Rojîn bi pêşmergeyan re hevdîtin kir û bi wan re wêne kişand û ji rewşa wan pirsî.

 

Li ser vê serdanê Rojînê ji Rûdawê re got, min straneke nû gotiye û di nav wê stranê de min navê Kerkûkê jî aniye lê ez vê gavê tiştekî din li ser vê stranê nabjim. Ez îro hatim vir ji bo ku ji pêşmergeyan re bêjim “em bi we serbilind in” lê dema min dît morala wan pir bilind e ez giryam.

 

Rojînê her wiha got, ez bi dîtina sînorê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li wan deran pir kêfxweş bûm.