Fîlma nû ya Huner Selîm li sînemayên Fransayê tê nîşandan

27-06-2022
RÛDAW
Fîlma nû ya Huner Selîm li sînemayên Fransayê tê nîşandan
Fîlma nû ya Huner Selîm li sînemayên Fransayê tê nîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlmê herî dawî yê derhênerê Kurd Hunar Salim bi navê 'Şev Baş, Esker' li paytexta Fransa bajarê Parîsê tê nîşandan.

Di vê fîlma Huner Selîm de lîstikvanên Kurd Dilîn Duger û Gelyar Nêrweyî dileyîzin û fîlm saetek û 37 deqîqeyan berdewam dike. Zimanê fîlmê ku berhemeke hevpar a Fransî û Kurdistanî ye, bi zaravayê Behdînî yê Kurdî ye. Çîroka fîlmê aliyên xwe yên romantîk, drama û komediyê hene.

Fîlm behsa serpêhatiya zewaca Evdal û Zînê dike ku zarokên du malbatên dijminê hev in, lê bi awayekî gelek zêde ji hev hez dikin û piştre dizewicin.

Biryar e fîlm di navbera 27-29ê Hezîranê de li paytexta Parîsê derbikeve pêşberî temaşevanan û beşek ji beşdariyên fîlmî di dema pêşandanê de amade bin.

Gelyar Nêrweyî ku aktorê sereke yê fîlmê ye ji Rûdawê re diyar kir ku fîlm sala 2019an hate kişandin, lê belê ji ber belavbûna vîrûsa corona û girtina salonên sînemayê hatibû ragirtin.

Gelyar Nêrweyî amaje bi wê yekê kir ku ji ber belavbûna corona di nava du salan de gelek fîlm nehatin belavkirin û ew ser bi hev kom bûne û derfeta nîşandana van hemû filman di sînemayan de zehmet e û zext li ser sînemayan heye, lê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye ku filmê wan li hemû bajarên mezin ên Fransayê tê nîşandan. 

Huner Selîm ku di sala 1964an de li navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, di 17 saliya xwe de tevî malbata xwe berê xwe dide Ewropayê.

Selîm yekemîn fîlma xwe li Kurdistanê çêkiriye, lîstikvanên sereke yên wê fîlmê, bav û birayê wî bûne, lê karê fîlmê bi temamî neqediyaye, tevî vê jî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê ya li Îtalyayê de hêjayê xelat hat dîtin.

Huner Selîm niha li Fransayê dijî û gelek berhemên wî yê sînemayî hene.

Beşek ji berhemên wî ev in: “Vodka Lîmon” sala 2004, “Kîlometre Zîro” 2005, “Dol” 2007, Eger Bimrim Te Dikujim” 2010 û Welatê Min ê Şêrîn Tûj di sala 2013an de hatine berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst