Hunermendekî Kurd bi hezaran stranên kurdî arşîv kirine


Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendekî Kurd ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku studyoya wî ya CD û Kasetan li Helebê li taxa Şêx Meqsûd hebû, di dirêjiya salan de bi hezaran stranên kurdî yên klasîk arşîv kirin û ew parastin.

Cihê wî bûbû xezîneyeke wan berheman.

Dema ku li Helebê şer derket û agirê wî şerî gihişte Şêx Meqsûd, neçar ma weke gelek hemwelatiyan derkeve. Ew derket û hemû arşîva xwe jî bi xwe re derxist.

Ew niha li Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dijî.