Xêro Ebas dê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê li Hewlêrê konserekê bide

27-04-2023
RÛDAW
Xêro Ebas dê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê li Hewlêrê konserekê bide
Xêro Ebas dê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê li Hewlêrê konserekê bide
Nîşan Xêro Ebas Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas dê li Hewlêrê ji bo zarokên ku nexweşê penceşêrê ne konserekê pêşkeş bike.

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an dê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ji bo zarokên ku nexweşê penceşêrê ne konserekê pêşkeş bike.

Hunermend Xêro Ebas ê ku ji bo amadehiyên konserê li Hewlêrê ye, beşdarî bultena Rojava ya ku ji aliyê Dilbixwîn Dara hat pêşkeşkirin bû.

Xêro Ebas ê ku dê bi Hunermend Hanî Muctehîdî re li ser dikê be got, “Her yek dê 5 stranan bixwînin lê ez bawer im ji bo min 7 stran diyar kirine û ez ne bi tenê me, dê Hanî Xan jî derkeve.”

Konsera ku dê ji bo zarokên nexweşê penceşêrê li Hola Saed Ebdullah were dayîn dê 2 rojan berdewam bike, di roja Înê 28ê Nîsanê de Rojîn û Helwêst û di roja Şemiyê 29ê Nîsanê de jî dê Xêro Ebas û Hanî Muctehîdî di demjimêr 17:00an derkevine ser dikê.

Xêro Ebas anî ziman, “Ez hêvîdar im, em bikaribin alîkariya van zarokan bikin, ji ber ku zarok gula jiyanê, pêşeroja hemû miletan e, bi taybetî ew ên ku bi penceşêrê ketine.”

Xêro Ebas herî dawî ji bo piştgiriya xwepêşandanên Jîna Emînî bi keça xwe Rona re ji bo strana Çaw Bela klîpek girtibû.

Xêro Ebas li ser pirsa “Heger tu ne hunermend bûya, te dixwest bibî çi?” got, “Dema 15 salî ber jor bûn, me dixwest em bibin Pêşmerge û şervan û tiştên wisa di serê me bûn.”

Xêro Ebas xelkê bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1988an ve dest bi karên hunerî kiriye, wî heta niha 9 albûm derxistine û gelek stran li ser her çar parçeyên Kurdistanê gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst