Li Amûdê navendên perwerdeya zarokan zêde dibin

27-04-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê navendek bi navê Nehewend ji bo zarokan hatiye vekirin, ew navend zarokan fêrî gellek tiştan dike, wek jenîna alavên mûzîkê, lîstika sitrencê û karên destan.

Navenda Nehewend a ku berî salekê li bajarê Amûdê hatiye vekirin, zarokan di gellek waran de hîn dike da ku karînên wan pêş bixe.

Serpereştiyarên navendê dibêjin ku mebesta wan ji van çalakiyan ew e ku zarok bi zaroktiya xwe şa bibin û nehêlin ku rewşa şer bandorê li ser wan bike.

Li gorî serpereştiyarê navendê Hesan Hemo, heya niha 100 zarok li cem wan fêr dibin û navend deriyê xwe li ber hemû zarokan vedike û wan belaş fêr dike.

Gelek zarokên bajarê Amûdê berê xwe didin vê navendê, daku karînên xwe pêş bixin û bi awakî akademî fêr bibin.

Zarokên Amûdê, bê beramber fêrî gellek corên hunerê dibin û karê destan jî beşekî giringe di vê navendê de û zarok fêr dibin ku ji qur û qehfên kevin gellek tiştên mifadar çêbikin, herweha zarokên ku dengên wan xweşe, dikarin li vir xwepêş bixin û bistrên.

Di dema dawî de, li Rojavayê Kurdistanê gellek navendên guhdan bi zarokan vebûn, gellek malbat jî zarokên xwe dişînin van navendan û dibe ku gellek dê û bav dibêjin, tiştê ku di zaroktiya xwe de, jê bêpar û mehrûm bûne û nikaribûn kiriba, dixwazin zarokên wan ferî wan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst