Dihok (Rûdaw) - Belgefîlma bi navê “Heloyê Behdînanê” ku ji aliyê Rûdaw Medya Grûp ve hatiye amadekirin û behsa jiyan û têkoşîna Pêşmergeyê şehîd Şeban Xefar dike, li Dihokê hat nîşandan.
Birêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed diyar kir, “Gelê Kurdistanê deyndarê wêrekî û fedakariya şehîdan e.”
Belgefîlma bi navê “Heloyê Behdînanê” ku ji aliyê Beşa Bernameyan a Tora Medyayî ya Rûdaw ve hatiye amadekirin, li Dihokê hat nîşandan.
Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Birêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed û gelek rayedarên partiyan û hikûmetê beşdarî bernameya belgefîlmê bûn.
Belgefîlm behsa jiyana Şehîd Şeba Xefar dike ku di dema pêşmergetiyê de bi wêrekiya xwe wekî “Heloyê Behdînanê” dihat naskirin.
“Îro Şehîd Şeban Xefar dijî”
Ako Mihemed di nîşandana belgefîlmê de axivî û got, “Îro Şehîd Şeban Xefar dijî, ji ber ku em hemû ji bo wî li vir in û di vê meha Remezanê ya pîroz de em qala qencî, wêrekî û helwesta wî ya li dijî zilm û dagirkeriyê dikin.”
Ako Mihemed her wiha tekez kir ku gelê Kurdistanê deyndarê ti kesî nîne lê “em wekî gelê Kurdistanê deyndarê wêrekî û fedakariya şehîdên mîna Şeban Xefar in.”
Bi gotina Ako Mihemed qehremaniya pêşmergeyan beşeke girîng a dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û pir kêm ji van qehremaniyan di dîrokê de hatine tomarkirin.
“Divê çîrokên qehremaniya şehîdên Kurdistanê bên tomarkirin”
Ako Mihemed di heman demê de diyar kir ku divê çîrokên qehremaniya şehîdên Kurdistanê di belgefîlman, pirtûkên dîrokê yan jî mûzeyên nûjen de bên parastin û got:
“Eger ev neyê kirin, dê nifşên paşerojê yên Kurdistanê vê dîrokê ya wekî nirxekî neteweyî winda bikin.”
Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî jî got, “Ez Şehîd Şeban ji sala 1970ê ve nas dikim.
Her dem xortekî baş bû, bi saya jêhatîbûna xwe û hezkirin û hesta xwe ya mezin a ji bo Kurdbûnê zû bi pêş ket.”
“Divê em welatê xwe biparêzin”
Fazil Mîranî da zanîn ku Şeban û gelek Şebanên din çûn û got:
“Ji vir heta Xaneqînê, divê em dîroka xwe bînin cem hev, xwîna şehîdên xwe û alaya welatê xwe biparêzin.”
Mîranî spasiya Rûdawê kir ji bo belgefîlmê û got, “Eger ev neyên qeydkirin, beşeke girîng a vê dîrokê winda dibe. Lewma ew hêjayî rêz û spasiyê ne.”
Şeba Xefar ku li herêma Behdînanê ji dayik bûye, sala 1963an di dema Şoreşa Îlonê de bûye pêşmerge.
Xefar Adara 1983yan di 43 saliya xwe de li devera Akrê şehîd bû.
Derhêneriya belgefîlmê Kirmanc Ferac kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse