Diljen Ronî strana ‘Dil Kuştiyê’ kir klîb

27-02-2018
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Diljen Ronî Dil Kuştiyê Klîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Diljen Ronî ji strana bi navê “Dil Kuştiyê” re vîdyo klîbek çêkir.

 

 

Albuma Diljen Ronî ya nû bi tevahî ji stranên klasîkên Kurdî pêk tê ji aliyê KOM Muzîkê ve li ser platformên dijîtal hat belavkirin.


Diljen Ronî ji Rûdawê re diyar kir ku dîmenên klibê li bajarê Stenbolê hatine kişandin û wî bixwe derhêneriya klîbê kiriye û dîmenan ji aliyê Serhat Ak ve hatine tomarkirin û di klîbê de lîstikvanê Kurd Bilal Bulur û reqsvan Serap Armagan rol wergirtiye.


Ronî da zanîn awaza stranê hunermendê navdar Mihemed Şexo çêkiriye û gotin jî ji helbesta Cîgerxwîn hatine wergirtin.


Albuma Diljen Ronî ya nû bi tevahî ji stranên klasîkên Kurdî pêk tê ji aliyê KOM Muzîkê ve li ser despêka îsal li platformên dijîtal hatibû belavkirin.

 

 

Hunermendê Kurd Diljen Ronî ji Rûdawê re diyar kir ku wî ji stranên klasîkên Kurdî albumek amade kiriye.

Albuma Diljen Ronî ya bi navê "Çile - Klasîkên kurdî" de li platformên dijîtalê wek itunes, spotify, fizy, muud hwd, hate belavkirin.

 

Di vê albumê de 7 stran hene û bi tevahî ji klasîkên kurdî pêk tê. Di albumê de hest, xemgînî û evîn derketiye pêş.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst