Hanî:Strana min a nû dengê dilê min û koçberan e

27-01-2019
RÛDAW
Nîşan Hanî Hunermend Kurd Rojhilatê Kurdistanê Huner Youtube
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a ji Rojhilatê Kurdistanê, Hanî çend hefte berê berhema xwe ya nû li ser Youtube belav kir, ku ji helbesta Ehmed Şamlu ye.

 

Hanî diyar dike ku ev stran dengê hinava hemû wan Kurdan e ku welat û warê xwe ji ber zexta dîktatoriyê bi cih hiştine.

 

Hunermenda navdar Hanî di hevpeyvîneke taybet de li ser strana xwe ya nû agahiyên zêdetir da Rûdawê.

 

Rûdaw: Çawa bû we helbesta Ehmed Şamlu ji bo vê stranê hilbijart?

 

Hanî: Hilbijartina vê tekstê, peywendiya wê bi wê yekê heye ku mehek e di aqlê min de ye ku ez helbesta vî helbestvanî bikim stran. Helbet Kak Beroj Akreyî ev helbest ji min re şand, got ji bo stranê gelek xweş e, ez berê jî ji zaroktiyê ve li gel wî helbestvanî û kesayetiya wî dijîm, her dem di xeyala min de bû ku ev tekst bikim stran,lê ez nizanibûm bi çi şêwazê bikim stran. Gelo bi şêwaza meqam û mewal bibêjim, yan bi strana azad.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes ji Ehmed Şamlu hez dike, wî ez çêkirim, li gel hest û janên wî dijiyam, helbestên wî di stran û meqaman de rengê xwe dane. Ev stran dengê dilê gelek kesan e, dengê dilê me weke penaber û koçberan e, ev sedemên wê yekê bûn ku min ev helbest hilbijart.

 

Gelo we berî niha ji bo vê stranê amadekarî nekiribû?

 

Projeyeke min li gel hunermend Mecîd Kazimî hebû ji bo tomarkirina yek-du stranan, ez çûm Dusseldorf, destpêkê dudil bûm, min got nebe Mecîd Kazimî vî karê min ji min re tomar neke, ji ber ku ji bo tomarkirina straneke Farisî bernameya min hebû. Lê dema min ji Kaka Mecîd re got, yekser me bêyî amadekarî tomar kir. Min helbest jiber jî nekiribû, me got em li ipadekê deynin û tomar bikin, piştre me got bila di kamerayê de xuya neke.

 

Tu naxwazî di xwendina meqaman de rêya xwe diyar bikî?

 

Belê, di bernameya min de heye ku di siberojê de ez meqamên xwe yên taybet deynim, ango rêya xwe ya taybet, ez bi xwe çêbikim. Min berî niha li Îranê meqam xwendine, min hewl jî daye ku di şêwazên flamîngo, stran û meqamên Hindî û Pakistanî de şarezayiya min hebe, daku şêwazeke nû ji bo xwe dyar bikim, li gel wê yekê jî gelek guh didim meqamên Erebî, dixwazim ji hemûyan sûd werbigrim.

 

Kurd ji aliyê meqaman ve gelek dewlemend in, tu dixwazî di kîjan stîla hunerê de bixebitî?

 

Belê, Kurd di meqaman de dewlemend in, ez gelek ji meqaman jî hez dikim, şarezayiya min di dnegbêjî, lawik, heyran û qetar de heye. Divê nûkarî têde were kirin. Niha projeyek di destê min de heye bi navê elektronîk muzîk, lê ez dixwazim stranên rîtmî û şad bibêjim, tevî wê dixwazim li gel orkestra stranan bibêjim, hez dikim li gel komeke muzîkê ya cazz stran pêşkêş bikim, ango divê di hemû waran de bixebitî, ne ku tu tenê rûnî û bibêjî ez tenê meqam dibêjim, na ez carinan dixwazim dans bikim, stranên şadî bibêjim û hinek caran jî stranên slow.

 

Niha li malê zêdetir bi çi mijûl î?

 

Jiyana min hemû muzîk û stran e, niha jî weke xwendekarek 24 saet dixwînim û rahênan dikim. Jiyana min û nefesgirtina min ji bo muzîkê ye, dinyaya min tenê ji bo stranê ye. Her dem wê yekê difikirim ku çi karek bikim ji bo netewa xwe û hunera min baş be.

 

Peyama vê strana nû çi ye?

 

Ev stran hest û ax û dengê hemû miletê Kurd e, weke hûn dizanin em Kurdên her çar parçe, her yek ji me ku diçin Ewropayê û dibin penaber û koçber, ji  bin zexta dîktatoriyê hatine. Dema ez dibêjim ku ez Kurd im, gelek kes dibêjin "na tu Îranî yî", divê em jê re bibêjin ku "na ez Îraniyeke Kurd im", lewma em divê bi rêya stranan xwe ji vê êş û çewsandinê derbas bikin. Ez jî weke Hanî û jineke rojhilatî, vê yekê dibêjim ku gotinên hest û dilê min e, ez ji zaroktiyê ve bêyî dê û bav mezin bûm, ji ber ku min dixwest bibim stranbêj, pirsgirêk ji aliyê desthilatdaran û malbata min ve li ber min derdiket. Ez neçar bûm ku mal û welatê xwe û du zarokan ji bo xatirê huner û stranê bi cih bikim, di vê stranê de ew peyam heye ku min behs kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst