Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Kurd Hejar Zehawî, yekem car li Tehranê workshopek du rojî li ser amêra Defê saz kir û 120 kes beşdar bûn.
Hejar Zehawî li ser workshopê ji Rûdawê re ragihand, ku rojên 25 û 26ê vê mehê yekem car li paytexta Îranê bajarê Tehranê, li ser daxwaza rêvebera hunerê ya vê worksopê Eselî Melikzade, bi serperiştiya Dezgeha Ferheng û Hunera Surna, ev workshop pêşkêş kirine.
Zehawî herwiha diyar kir: “120 kes beşdarî vê workshopê bûn, ev workshop jî li ser teknîk û jenîna amêra defê bû ku niha ev amêr li cîhanê giringiyeke wê ya mezin heye û di nav tîpên hunerî de gelek giringî jê re tê dayîn. Piştre ev workshop bû cihê kêfxweşiya beşdaran.”
![](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded Images/art/hejar/WhatsApp Image 2018-01-27 at 12.04.41.jpeg)
Defa Hejar Zehawî weke sîwanekê her dem li gel wî ye, bi awayekî berdewam jî di festîvalên cîhanî de bi cil û bergên Kurdî beşdar dibe û muzîk û hunera Kurdî bi rêya defa xwe ve ji hemû cîhanê re dide nasîn. Hejar Zehawî niha zêdetir weke hunermendekî cîhanî tê nasîn.
![](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/art/hejar/%D9%A1%D9%A2%D9%A1%D9%A2%D9%A1.jpeg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse