Rûdaw hevpeyvîneke Hejar Mukriyanî ya ku nehatiye dîtin belav dike

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hejar Mukriyanî Rûdaw Belgefîlm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê belgefîlmeke li ser Hejar Mukriyanî belav dike ku hevpeyvîneke wî ya nehatiye dîtin jî tê de heye.

Belgefîlma “Hejar” ku ji aliyê Nebez Ehmed ve hatiye çêkirin û ji aliyê Beşa Belgefîlman a Rûdawê ve hatiye berhemanîn, dê roja Înê saet 21:00ê li ser ekranên Rûdawê were weşandin.

Berpirsê Beşa Belgefîlman a Rûdawê Horên Xerîb li ser belgefîlmê got:

“Jiyana Mamoste Hejar û xebatên wî di warên cuda yên wekî ziman, wêje, werger, helbest û şoreşê de ew qasî berfireh in ku zehmet e di belgefîlmeke 48 deqîqeyî yan jî belgefîlmeke dirêjtir de were behskirin û hemû qonaxên jiyana wî werin zelalkirin.”

Belgeîlma jiyana siyasî, wêjeyî û civakî ya rewşenbîrê Kurd Hejar Mukriyanî xwe dispîre pirtûka bibîranînên wî ya bi navê “Çêştî Micêwir”.

Kurê wî Xanî Şerefkendî di belgefîlmê de diaxive û di beşekê de dibêje, Hejar Mukriyanî hesreta wê yekê di dil de hebû ku xwendin bi zimanê Kurdî be û zarokên Kurd bi zimanê xwe bixwînin.

Her wiha behsa penaberiya wî ya li Bexdayê û wan zehmetiyên ku dîtine dike.

Xanî Şerefkendî piştre behsa nexweşiya wî dike ku ji ber vê berê xwe daye Libnanê û li wir hatiye dermankirin.

Kurê wî diyar dike ku wî piştre berê xwe daye Sûriyeyê û nêzîkî 3 salan li wir maye, her wiha behsa çûyîna wî ya Rûsyayê jî dike.

Di beşeke din a belgefîlmê de, behsa pêwendiyên wî yên bi Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî re hatiye kirin.

Di vê berhemê de nivîskar û romannivîs Cebar Cemal Xerîb derbarê Hejar Mukriyanî tîne ziman:

“Ti wergereke wî nîne ku wî ruhê xwe tê de nehîştibe.”

Hejar Mukriyanî di hevpeyvînê de li ser wergerandina “Quranê” ya li Kurdî dibêje:

“Min digot dê xizmetekê ji Kurdan re bike.”

Nivîskar û wergêr Nasir Hîsamî li ser niştimanperweriya Hejar Mukriyanî dide zanîn:

“Li ba wî ji her tiştî girîngtir behsa Kurd û Kurdistanê bû.”

Her di belgefîlmê de, nivîskar û lêkolîner Macîd Ruhanî û Sînemxana Bedirxana keça Mîr Celadet Alî Bedirxan beşdar bûne û behsa kesayetî û berhemên wî kirine.

“Henbane Borîne” ku yek ji berhemên herî navdar ên Hejar Mukriyanî ye, di belgefîlmê de gelek gotûbêj li ser hatine kirin.

Her wiha behsa wergerandina pirtûka “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî, “Çarîneyên Xeyam” û “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî jî tê kirin.

Jiyana Hejar Mukriyanî tijî bilindî û nizmî bû û wî di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtine lê tevî vê yekê jî xizmeteke mezin ji zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî re kiriye.

Hejar Mukriyanî li hucreyên mizgeftên Mehabad û Seqizê di 7 saliya xwe de dest bi xwendinê kiriye.

Li wir fêrî zimanên Erebî û Farisî bûye, piştre çendîn zimanên din jî hîn bûye.

Hejar Mukriyanî di damezrandina Komara Kurdistanê de beşdar bûye.

Di serdema Komara Kurdistanê de roleke girîng di warê rewşenbîrî û rojnamegeriyê de lîstiye.

Yek ji taybetmendiyên girîng ên Hejar Mukriyanî ew bûye ku kariye zimanekî sade û zelal di nivîsên xwe de bi kar bîne.

Dîwana “Alekok” ku yekem berhema helbestên Hejar Mukriyanî ye, wêneyekî rastîn ê jiyan û xebata gelê Kurd e.

Her wiha di pirtûka bibîranînên xwe “Çêştî Micêwir” de behsa jiyana xwe û bûyerên girîng ên serdema xwe kiriye û wekî belgeyeke girîng a dîrokî tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst