Zengene dev stranbêjiyê diberde

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermeda kurd Lane Zengene ku beriya niha klîbeke belav kiribû got, ew difikire ku dev ji stranbêjiyê berde.

 

 

Lane Zengene ji Rûdaw wiha got: “Ez hest dikim ku di navbera min û hezkeriyên min ên li Kurdistanê de ahengek nîne. Ez heta heyemeke din jî li bendê bimînim û heger ti guhertin çênebin ez dê dev karê hunerî berdim.”


Zengene diyar kir ku wê li gel çend stranbêjên navdar ên ereb, derbarê Kurdistanê de stranek erebî û kurdî tomar kiriye, lê ji ber çend sideman wê ev projeya xwe niha rawestandiye.


Stranbêja ji Başûrê Kurdistanê beriya niha klîba bi navê “Çopyeket” (Sergovend) belav kiribû.