Karmendê Rûdawê li Festîvala Gelawêjê hat xelatkirin

26-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Rojên 19-23yê vê mehê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê nozdemîn Festîvala Gelawêj hat lidarxistin. Çîroka “Dengdanewe” ya çîroknivîs Ferhad Çomanî di rêza duyem de derket û xelat wergirt.

Îsal li Festîvala Gelawêjê wek salên borî hejmareke zêde ya wêjevan û nivîskar û wergêrên kurd beşdar bibûn. Herwiha çend nivîskarên mêvan ji welatên erebî, Îran û Tirkiyê jî beşdarî festival bibûn.

Çîroknivîs Ferhad Çomanî di Tora Medyayî ya Rûdawê de pêşkêşkarê bernameya “Ronan” e ku di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike û herwiha rêveberê rûpelên edebiyatê yên rojnameya Rûdawê ye. Çomanî fîçeran jî ji Rûdawê re amade dike.

Ferhad Çomanî ji sala 2010an ve çîrokan dinivîse û di sala 2013an de yekemîn pirtûka xwe ya çîrokan bi navê “Pencekan Şitêk Delên” (Tilî Tiştekî Dibêjin) belav kir. Niha jî bi nivîsandina romanekê mijûl dibe. Çomanî di sala 2012 û 2014an de jî di heman festîvalê de hatibû xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst