Seyidxan Sevînç albûmeke nû derxist: ‘Lerz çîroka jiyana min e’

Hewlêr (Rûdaw) - Hûnermend Seyidxan Sevînç piştî demeke dirêj duyemîn albûma xwe ya bi navê “Lerz” derxist.

Seyidxan Sevînç got ku ew albûm çîroka jiyana wî ye.

Albûma nû ya Seyidxan Sevînç a bi navê Lerz derket.

Albûma Lerz ji 8 stranan pêk tê: Berav, Zendê, Xwelîser, Xanim, Xensê, Nadim, Min Serê Xwe Rakir û Gav.

Seyidxan Sevînç ji Rûdawê re diyar kir kur awazên 6 stranên ji aliyê ve hatiye çêkirin û yek gelerî û jî strana Seîd Yûsif e.

Sevinç da zanîn ku gotinên piraniya stranên wî Haymatlos Suad nivîsîne û Onur Ozçelik jî aranjeya wan kiriye.

Hunermedê ji bajarê Sêrtyê yê Bakurê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku li gorî albûma wî ya ewil form û soundên nû ceribandine.

Wekî tê zanîn bi Seyidxan Sevînç re sendroma Touretteyê heye û ji ber wê sendromê her tim tevgerên fîzîkî û yên bideng hene.

Ew sendroma norolojîk ji dayikbûnê dest pê dike û heta dawiya jiyanê berdewam dike.

Sevînç ev sendroma xwe bi bîr xist û got: “Lerz çîroka min a vê dinyayê ye. Ev 30 sal in ez her dilerizim.”

Seyidxan Sevînç albûma xwe ya yekem jî bi navê “Bîr” sala 2020an derxistiye.