Koma Spanyayî li Silêmaniyê konsera flamenkoyê pêşkêş dike

26-10-2023
RÛDAW
Koma Spanyayî li Silêmaniyê konsera flamenkoyê pêş kêş dike
Koma Spanyayî li Silêmaniyê konsera flamenkoyê pêş kêş dike
Nîşan Mala Muzîkê ya Zehawî Silêmanî Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mala Muzîkê ya Zehawî li Silêmaniyê, konsera dawî ya salê, bi konsepta muzîka flamenko û dîlana hunermendên Spanyayî re li dar dixe.

Mala Muzîkê ya Zehawî di dawiya sala 2021an de ji aliyê hunermendê defjen Hejar Zehawî ve hatiye avakirin ku konsêr, master klas û workshopan ji bo gencan saz dike.

Hejar Zehawî diyar kir ku wan îsal bi beşdarbûna hunermendên neteweyî û navneteweyî li hemû bajarên Kurdsitanê konser li dar xistin.

Hejar Zehawî têkildarê konsera îro jî got, “Em konsera dawî ya salê li Silêmaniyê didin. Dê di vê konserê de hunermendên Spanyolî bi me re bin.”

Hunermendên Spanyayî, Lucia La Bronce, Inma la Cabonera, Chechu Siera, David Caro, Javier Teruel û Hejar Zehawî beşdarî konserê dibin. 

Konser îro demjimêr 19:00an li avahiya Hunerê ya Silêmaniyê dest pê dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî her sal, îsal jî sponsoriya medyayî ya konserê ye.

Hejar Zahawî got ku ew dê sala bê projeyên cudatir û dewlemendtir pêşkêşî muzikhezan bikin.

Zehawî 20ê Hezîrana sala 2019an, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê û bi beşdariya muzîkjenên navdar ên cîhanê “Konsera Bajarên Nêrgiz” li Hewlêrê saz kir û keleha Hewlêrê bi cîhanê da naskirin.

Hunermend Hejar Zehawî, sala 2021an bi armanca ku muzîka Kurdî bi cîhanê bide naskirin, Mala Muzîkê ya Zehawî vekir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 2 salan piştgirî da konserên Mala Muzîkê ya Zehawî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst