Koma Serxwebûn stranek li ser Kerkûkê çêkir

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Serxwebûn ku komeke muzîkê ye ji hunermendên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, derbarê Kerkûkê stranek çêkiriye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Dilxwaz Behlewî diyar kir  ku Rêveberê Koma Serxwebûn Ehmed Ekaş dibêje, pêwîste hunera Kurdî bi êş û coşa gelê Kurd re be, û di dema şikestbûnekê de, hêviyan bide gel û rewşa wî gelî bi awayekî hunerî bîne ziman.


Strana Kerkûkê a Koma Serxwebûnê, ji teksta helbestvanê kurd Dildarê Mîdî ye û awazên hunermed Salah Bayram e ku endamekî Koma serxwebûne ye.


Endamên Koma serxwebûn bi hevre ev stran gotine.