Zilamê herî dirêj ê cîhanê Sultan Kosen gihîşt mirazê xwe

 

Hewelêr (Rûdaw/AA) - Sultan Kosenê ku bi bejna xwe ya 2 mêtr û 51 santim navê wî wek "zilamê herî dirêj yê cîhanê" ketiye pirtûka rekoran a Guinessê, dizewice. Sultan  diyar kir, wî Serokomar, Serokwezîr û gellek wezîr û wekîlên Tirkiyê vexwendiye daweta xwe.

Kosen li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê dijî. Destên wî 27,5 santim, piyên wî jî 36,5 santim in, ev 5 sale ku Kosen bi meziniya dest û piyên xwe di pirtûka rekoran a Guinessê de yekemîn e. 

Kosen diyar kir ku bi keça bi navê Merwe Dîbo ku kurda Rojavayê Kurdistanê ye dê sibê (27.10.2013) bizewice.

Kosen her wiha ragihand ku bi salan e ji bo zewacê ji xwe re li keçekê geriyaye lê nekariye peyda bike lê bi alîkariya xizmekî wan bi Merwe Dîbo re li hev kiriye.

Kosen, Merwê wek “evîna jiyana xwe” dibîne û wiha dewam kir: "Ji Xwedê re şikir êdî ez jî dizewicim. Ew ê êdî malbateke min jî hebe. Sibê daweta min e. Înşeallah ew ê zarokên min jî çêbibin. Ji ber vê jî ez pirr kêfxweş im. Min û Merwê bi xêra xizmekî me hevdu nas kir, ji bo xwestinê me ji malbata wê destûr xwest. Ew jî li hev rûniştin fikirîn û biryar dan. Me jî çû xwest û Xwedê bêje erê sibê jî daweta me ye.”

Zilamê herî dirêj ê cîhanê destnîşan kir ku dê gelek wezîr û parlementer bên deweta wî û wiha anî ziman: "Ez dixwazim Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî bên daweta min. Heke bên ez ê pirr kêfxweş bibim. Min gazî Miftiyê Mêrdînê Dûrsûn Alî Coşkûn û gazî Serqeşeyê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz jî kir, ji ber wê jî daweta min dê pir xweş be."

Kincên zavatiya Kosen jî bi alîkariya Wezîrê Karên Hundir Muammer Gûler li Sararê tên amadekirin. Çêkirina pêlava Kosen jî fîrmayeke almanî girtiye ser xwe.

Sultan bal kişand ser bejna xwe û xeyalê xwe ya mayî jî wiha got: "Xwedê bêje erê sibê daweta min e. Xaniyê ku ez tê de rudinêm niha li gor dilê min e. Bi tenê kêmasiyeke min ma. Ew jî otomobîlek e ku ez tê de bi cih bibim. Heke ku ew jî çêbibe ez ê pirr kêfxweş bibim. Ez ê wê çaxê xanima xwe li gor dilê xwe bikaribim bigerînim."


Sultan Kosen