Hunermendê Kurdên Sovyeta berê Paşayê Efo koça dawî kir

26-09-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Paşayê Efo Kurdên Soyvetê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Hunermendê Radyoya Erîvanê, helbestvan û bestekar Paşayê Efo koça dawî kir.

Hunermend, helbestvan, pedagog, stranbêjê Radyoya Erîvanê Paşayê Efo di 63 saliya xwe de li bajarê Yaroslavê yê Rûsyayê canê xwe ji dest da.

Paşayê Efo (Mamoyan Kacîk Efendîyêvîç) sala 1957an li gundê Kabaxtan (Qibixtepe) ê herêma Talînê ya Komara Ermenistanê ji dayik bûye.

Ji xortaniya xwe ve dest bi karê muzîkê kiriye.

Paşayê Efo demeke dirêj karmendê Radyoya Erîvanê bûye. Wî, hem stran gotine hem helbest nivîsandine û ew helbestên xwe kirine stran.

Paşeyê Efo herwiha tembûrvanekî jîr bûye.

Hunermendê Kurd li pey xwe nêzîkî 30 stran û 40 zêdeyî helbestan hiştine.

Helbest û stranên Paşayê Efo bi giştî li ser niştîmanperwerî û evîndariyê ne û berhemên wî di nav Kurdên Sovyetê de pir tên hezkirin û pir belav bûne.

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê Paşayê Efo mîna bi sedan rewşenbîrên Kurd, koçî Rûsyayê kiriye û li bajarê Yaroslavê yê Rûsyayê jiyaye.

Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurd û hemû sazî û rêxistinên diyasporayê yên Kurdên Sovyeta berê bi boneya koça dawî ya Paşayê Efo peyama sersaxiyê da. 

Di payeman de amaje tê kirin ku Paşayê Efo heta dawiya jiyana xwe çalakvanekî berbiçav ê diyasporayê bû û ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî kedeke mezin daye.

Cenazeyê hunermend Paşayê Efo 22 Îlonê li bajarê Yaroslavê li goristana Kurdên Êzidî hat veşartin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst