Leyla Ferîqî : Ez bi mirina dilêş a Jîna Emînî xemgîn bûm

26-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Leyla Ferîqî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Leyla Fariqî xemgîniya xwe ya ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê hêzên Îranê ve anî ziman û got ku bi hevrebûnê dikarin bigihîjin armancên xwe .

Hunermenda Kurd Leyla Ferîqî ku niha li Swêdê dijî, ji ber kuştina Jîna Emînî peyamek belav kir û tê de dibêje: "Ji bo jinên leheng û şoreşger ên Îranê, bi taybetî jî jinên Kurd ez weke her kesekî azadîxwaz ji ber mirina dilêş a  dilê Mehsa (Jîna Emînî) xemgîn bûm."

Leyla Ferîqî got:  "Di nava van rojan de her tim nûçeyên nexweş dibihîsim û ez dibînim ku jin û ciwanên me ji bo mafên mirovan û azadiyê çiqasî bêrehm dibin qurbanî.”

Ferîqî piştevaniya xwe ji bo çalakvan û xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dide zanîn û dibêje: “Ez bi we re me û hevgirtin û yekrêziya me dikare me bihêztir bike ji bo em bigihêjin armancên xwe ku tê wateya azadî, wekhevî û serxwebûnê."

Leyla Ferîqî xelka Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Merîwan ji dayîk bûye û weke yek ji navdartirîn hunermendên Kurd tê naskirin û xwîşka Merziye Feriqî ye û bi salane li Swêdê dijî.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Jîna Emînî di 17ê îlonê de li welatê wê Seqizê hatibû veşartin. Piştî merasîma cenaze li Tehran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst