Di pêşangeha pirtûkan a Amedê de li ser afîşan cih nedan Kurdî

Amed (Rûdaw) - Li Amedê piştî 4 salên bi şer û pevçûn, aloziyên siyasî, girtin û kuştinan 6emîn pêşangeha pirtûkan a Amedê hate vekirin û kompaniya pêşangehê li ser afîşan cih neda Kurdî.

 

Di pêşangehê de 142 weşanxane amade bûn. Ji van 15 weşanxane yên kurdî bûn. Digel ku gelek nivîskarên kurd jî beşdarî pêşangehê dibin, îsal di danasîn û afîşên pêşangehê de cih nedan zimanê kurdî.


Ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de, aloziya nava bajêran û rewşa siyasî, ji sala 2014an ve li Amedê pêşangeha pirtûkan nedihat kirin.


Piştî 4 salan 6emîn pêşangeha pirtûkan li Amedê hate vekirin. Di pêşangehên berê de ligel zimanê tirkî di danasîn û afîşan de zimanê kurdî jî hatibûn bikaranîn. Lê îsal kompaniya pêşangehê li ser afîşan qet cih neda kurdî.


Amadekarên pêşangehê dibêjin wan îsal tenê tirkî guncaw dîtine û di naveroka pêşangehê de giraniyeke zêde dane çalakiyên wêjeya kurdî. 


Derbarê vê mijarş de Rêvebera Kompaniya Pêşangehê TUYAPê Gozde Ocak ji Rûdawş re wiha got: “Sedemeke wê ya taybet tune ye. Me wisa dest pê kir û wisa berdewam kir. Lê me di gelek çalakiyan de cih daye Kurdî. Em wergerên xwe jî ligel Tirkî bi Kurdî dikin. Em bi Kurdî jî anonsan dikin. Em di vî aliyî de gelek rihet in. Heta ji destê me tê, ji bo pêşvexistina zimanê kurdî, em gelek xebatan dikin.”


Îsal 142 weşanxane di pêşangehê de amade bûn. Ji van 15 weşanxane yên Kurdî bûn. Weşangerên Kurd ji ber buhayê zêde ya pirtûkan û tirsa siyasî, dibêjin ew ditirsin eleqeya li hemberî wan kêm bibe.


Li ser vê mijarê jî Rêveberê Weşanxaneya Rûpelê Nedîm Baran wiha axifî: “Li gorî çar sal berê eleqedariya xwendevanan gelek kêm e. Bawer im hin sedemên wê hene; yek sedema siyasî ye. Rewşeke gelek tund heye û milet ditirse. Tesîra wê heye. Ya duyemîn jî qeyrana aborî ye. Pirtûk jî gelek buha bûne. Ji ber vê yekê xelk nakire. Tên temaşe dikin û diçin.


Pêşangeha pirtûkan dê heta 30ê Îlonê, di navbera saet 10ê sibehê û 7ê êvarê de vekirî be.