Nilûfer Akbal albûmeke klasîkên kurdî derdixîne

26-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Seyîdxan Kurij

 

Hewlêr(Rûdaw) - Nilûfer Akbal vê mehê bi navê “Klasîkên Kurdî“ albûmeke nû derdixîne. Albûm wê bi soranî, kurmancî û kirmanckî be û ji 15 stranên klasîk yên kurdî pêk tê.

 

Nilûfer Akbal derheqê albûma xwe de ji Rûdawê re got: “Ew xebat wek xebateke arşîvî ye. Pirraniya stranan berê hatine gotin, lê min ew ji  nû ve şirove kirin û ji nû ve aranje kirin, ew bûn wek stranên nû. Em dixwazin klasîkên kurdî ji bo nifşen nû bidin nasandin û heskirin.“

Albûma Nilûfer Akbal “Klasîkên Kurdî“ ji aliyê NAM Muzik&Produktion hatiye amade kirin.

Nilûfer Akbal li navçeyê Mûşê Gimgimê hatiye dinyayê, ew di hemû albûmên xwe de stranên kurmancî, soranî û kirmanckî distre.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst