Rêvebirên Festîvala Munzurê: Em hewl didin dîrok, çand û zimanê xwe biparêzin

26-07-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Festîvala Munzurê îro di duyemîn roja xwe de berdewam e.
Festîvala Munzurê îro di duyemîn roja xwe de berdewam e.
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Kurdên Elewî Festîvala Munzurê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Festîvala Munzurê ku duh bi govend, sema û konsera hunermendên navdar dest pê kir, îro jî bi çalakiyên hunerî berdewam dike. Di festîvalê de motîfên Kurdên Elewî li pêş in, bi taybetî jî sema û lîstikên folklorîk ên kurdên Dêrsimê.

 

Festîval li ber peykerê Seyîd Riza bi vêxistina çirayan û gulbangên olî yên pîrên elewiyan dest pê kir. Paşê lîstika navdar a Dêrsimê Varvara hate lîstin.

 

Ev lîstika kevnar a kurdewarî, ev 20 sal in ku di dawetan de nayê lîstin. Lê ji bo ku nifşên nû jê haydar bin, di festîvalê de girîngiyeke mezin dan nîşandana vê lîstikê.

 

Sergovendê Varvarayê, Uzun Mehmed ji Rûdawê re ragihand: “Êdî ev lîstik ji nava civakê rabûye. Lê em hertim di van festîvalan de, di dema serdana serokomar û wezîran de vê lîstikê dilîzin.”

 

Şêwaza lîstikê, çov, cil û bergên govendgeran lîstika Varvarayê li ber dilê beşdaran xweş kir.

 

Beşdara Festîvalê, Jana Amed jî got: “Ez ji Mêrsînê hatim. Berê qedexe bû, em nehatin. Lê îsal ji ber ku serbest bû ez hatim festîvalê. Pir xweş e.”

 

Pinar Dalga, beşdareka din a Festîvalê jî dibêje: “Ez ji Stenbolê hatim û ji xelk û xwezaya vir pir hez dikim.”

 

Selîm Kardaş jî ji Mêrdînê beşdarî Festîvala Munzurê bûye, û kêfxweşiya xwe bi sazkirina vê festîvalê tîne ziman.

 

Nuray Demîrer jî ji Almanyayê tevlî festîvalê bûye û dibêje, ev festival pirs xweş e.

 

Festîvala Munzurê ev 2 sal bûn ku ji ber qeyûman nedihate lidarxistin. Piştî qeyûman ev yekemîn festîvale ku tê lidarxistin. Festîval li ser navê zarokên bi navê Ayaz û Nûpelda tê birêvebirin ku pêlî mayînê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Munzurê, Musa Kulu ji Rûdawê re amaje bi  armanca lidarxistina festîvalê dike û radigihîne: “Hemû hewldanên me ew e ku bi van festîvalan em dîroka xwe, çand û zimanê xwe, baweriya xwe zindî bihêlin û bigihînin nifşên nû.”

 

Di festîvalê de reqsa sembola baweriya elewîtiyê semah jî hate gerandin.

 

Di roja yekemîn a festîvalê de konserek jî hate dayîn. Hunermendan bi stranên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî beşdar mest kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst