Îro 44 saliya koça dawî ya Hesen Zîrek e

26-06-2016
RÛDAW
Nîşan Hesen Zîrek Hunermend Bokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd, Hesen Zîrek re 44 sal derbas bûn. Berhemên Zîrek hê jî ji aliyê hunermendên din ve tên xwendin û dengê wî yê orjînal weke herdem tê guhdarkirin.

 

Hunermendê navdar ê Kurd Hesen Ebdulah bi nave din Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Hunermend Zîrek ku weke “mamostayê hunermendan” jî tê naskirin, xwedanê bi dehan albumen strana û bi sedan berhemên tomarkirî ye.

 

Hunermend Hesen Zîrek di 26’ê Hezîrana sala 1972’ê, di jiyê xwe yê 51 salî de, jiber nexweşiyek dijwar jiyana xwe jidest da.  

 

Navdartirîn berhemên tomarkirî yên Hesen Zîrek, stranên bi navê “Newroz, Kirmanşan Şarê Şêrîn e, Gewherê, Amoza, Nale Şkêne, Esmer, Kewyar, Wek Qumrî, Eman Duktor” in.

 

Heta niha jî gelek hunermend berhemên Momastayê Hunermendan dibêjin û şirove dikin. Li ser huner û kesayeta Zîrek çendîn pirtûk hatine nivîsandin.

 

Hesen Zîrek her sal di salvegera koça xwe ya dawî de bi çalakiyên cûr bi cûr tê bibîranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst