Parêzgariya Bursayê konsera Mem Ararat qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Bursayê bi hincera “ewlehiya giştî” konsera hunermendê Mem Ararat qedexe kir.

Biryar bû Mem Ararat roja 29ê Gulana 2022ya li Navenda Çand û Kongreyê ya Bursayê konser bida, lê Parêzgariya Bursayê bi hinceta “ewlehiya giştî” konsera ew konser qedexe kir.  

Mem Ararat li ser hesabên xwe yê medyaya civakî derbarê biryara qedexekirina konsera wî ji aliyê parêzgariyê ve daxuyanî da. 

Ararat bertek nîşanî hilweşandina konserê da ku berî konserê biryar hate dayîn û got: “Konsera me ya ku 29ê Gulanê dê li Bursayê li dar biketa ji hêla walitiya Bursayê ve ji ber egera "ewlehiya giştî " hat astengkirin û nivîsa fermî ya walitiyê berî konserê bi sê rojan ango îro gehişt ber destê me.”

Ararat dibêje: “Piştî amadekariyên wek firotina bilêtên konserê, kirîna bilêtên teyareyê û cihgirtina li otelê biryareke wiha em baş pê dizanin ku di bingeha xwe de dijayetî û dijberiyê dihewîne.  Lê emê jî tu carî xwe jê nedin paş û stranên xwe bi hemû zaravayên zimanê xwe bibêjin, bila qet gumana kesî tune be.”

Hunermendê Kurd ji kesên bilêt kirine xwes pereyên xwe paşde wergerin û got: “Ji ber rê li ber tu maxdûrîyetan venebe dostên me yên ku ji bo konserê bilêt kirine dikarin li ser sepana Pasoyê bilêtên xwe betal bikin. Dema bilêt hat betalkirin dê heqê bilêtan dîsa li we bê vegerandin.”