Çîrokek nû ya Ferhad Pîrbal derket

26-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Çîroka Ferhad Pîrbal a bi navê “Reîs Remezan(ekan)” bi soranî û kurmancî di nav weşanên Avestayê de derket.

 

Ferhad Pîrbal vê carê bi çîroka “Reîs Remezan(ekan)” xwendevan hem bi soranî hem bi kurmancî dawetî xwendinê dike.

 

Kurmancî û transkripsiyona çîrokê ji aliyê Eyup Subaşı û Çetoyê Zedo ve hatiye kirin.

 

Di beşa danasîna çîroka “Reîs Remezan(ekan)”  de wiha hatiye nivîsandin:

“Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawinê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan… Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê pê re hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyayê.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst