Keçeke 11 salî melodiyên resen ên Kurdî dike nota

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke behremend a temen 11 salî li Rojhilatê Kurdistanê, melodiyên resen ên Kurdî dike notên muzîkê. Avan Mistefapûr pirtûka xwe ya bi navê “Sîbera Sentûrê” ya derbarê notên hejmarek melodiyên resen ên Kurdî de belav kir.

Pirtûk, nivîsîna notayên 30 melodiyên resen ên muzîka Kurdî ji berhemên hunermendên navdar ên Kurd ên wek Hesen Zîrek, Tahir Tofîq, Îbrahîm Xeyatm Mihemed Mamlê û Mezher Xaliqî li xwe digre.

Jenyar û nivîskara pirtûka Sîbera Sentûrê, Avan Mistefapûr a 11 salî dibêje, armanca wê ev e ku avaz û ahengên resen ên Kurdî bike notên muzîkê û wan weke not tomar bike.

Avan ku ji parêzgeha Urmiyê û nişteciha bajarê Mihabadê ye, ji 4 saliya xwe ve dest bi jenîna sentûrê kiriye û niha jenyareke jêhatî ye.

Ew zaroka Kurd a hunermend ji bilî sentûrê herwiha piyanoyê jî dijene û xelkê fêrî wan amûrên muzîkê dike.