Heyder Omer zêdeyî 12 pirtûkan çap kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkolînvanekî Kurd ê ji Efrînê Heyder Omer zêdetir ji 12 pirtûk çap kirine û zêdetirî 7 pirtûkên din li ber destên wî ne û çend projeyên wî yên wêjeyî hene.

Heyder Omer yek ji navdartirîn rewşenbîr, nivîskar, lêkoler, rexnevan û kesayetiyên Herêma Efrînê ye.

Bi dirêjiya temenê xwe yê bêhtir ji 70 salî, bi dehan gotar û pirtûkên wêjeyî, rexneyî, lêkolîn, folklor û helbestan, pitrûkxaneya Kurdî dewlemend kiriye. Tevî zehmetiyên diyasporayê û dûriya ji welat, hêj di xebata xwe de berdewam e.

Heyder Omer ev nêzîkî 20 sal in li Almanya dijî, xemxurê dîrok û edebiyata Kurdî ye, ji bo Ereban ji Kurdan agahdar bike, berhemên wî bi piranî bi erebî ne.

Heyder Omer derdora 12 pirtûkan çap kirine, û derdora 7 pirûtkên wî yên destnivîs hene.

Ji berhemên wî: Cegerxwînê çîroknivîs. Osman Sebrî, helbestvan û nivîsevan. Kurtedîroka wêjeya folklora Kurdî. Lêkolînên wêjeyî û rexneyî. Kurdistan berî her tiştî. Ehmedê Xanî di Dastana Helbestî ya Mem û Zînê de. Feqeyê Teyran, helbest, jiyan û bihayê wî yê hunerî.

Heyder Omer, sala 1952yan li gundê Qizilbaşa yê Herêma Çiyayê Kurmênc li Efrînê jidayik bû. Sala 1974an lîsansê di wêje û Zimanê Erebî de, ji Zanîngeha Helebê werdigire. Sala 1978an dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê werdigire.

Di pergala perwerdeyê de, wek mamosteyê wêje û Zimanê Erebî li dibistanên Helebê kar dikir. Sala 1999an neçarî koçberiyê bû. Ji wê demê ve, heta niha, li Almanyayê dijî.