Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir

Stenbol (Rûdaw) – Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, di 24ê Adarê de li navçeya Şişli, li Navenda Çandê ya Cemil Candaşê bi merasîma vekirinê dest pê kir. Festîvala ku cara ewil di sala 2019an da hatibû çêkirin, ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê ya bi ser Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇMê ve tê sazkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ku tekane festîvala fîlmên Kurdî ye,  piştî 3 salan li bajarê Stenbolê birêve diçe. Festîvala ku dixwaze bo nîşandana fîlmên Kurdî bibe alternatifek di 24ê Adarê de dest pê kir û wê heta 29ê Adarê berdewam dike.

Festîvala ku cara ewil di sala 2019an da hatibû çêkirin, ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇMê ve tê sazkirin. Îsal li ser mijarên  Kurdên êzidî, jin, xweza, jiyan û mafên mirovan, 13 kurtefîlm, 9 belgefîlm, 5 metraj dirêj  bi giştî 27 film dê bene pêşandan. Ji xeynî sînemagerên bakur, çend derhênerên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî di festivalê de amade bûn.

Eleqeya ji bo festivale gelekî zede bû û salon tijî bûbû. Ji xeynî derhêner, sînemager û temaşevanan, Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar, çend parlamenter û rêveberên HDPê jî di merasîma vekirinê de amade bûn.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan got: “Di heyama ku zor û zext li ser Kurdan, li ser ziman, dîrok û çanda Kurdî de çêdibe çêkirina bername û çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng e.”

Îsal li ser mijarên wek Kurdên êzidî, jin, xweza, jiyan û mafên mirovan, 13 kurtefîlm, 9 belgefîlm, 5 metraj dirêj  bi giştî 27 film dê bene pêşandan. Bi giştî bo festivale 80 film serî lê dane. Ji xeynî sînemagerên bakurî, çend derhênerên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî di festivbalê de amade bûn.

Festîval bi konserta Koma Aryen dest pê kir. Piştî stran û awazên Kurdî yekem fîlma ku hat nişandan, filma bi navê “Kurdên Êzidî” bû ku ji aliye derhênerê Ermen Amasi Martirosyan ve di sala 1933an da bêdeng hatiye kişandin.

Ji ber ku di Newroza de destûr bo cilûbergên Kurdî nehatibû dayîn komîteya amadekar a Festîvalê wek bertek bi cil û bergên Kurdî beşdarî vekirina festîvalê bûn û dîmenên rengîn derketin holê.

Di çarçoveya festîvale de, ji xeyni nişandana filman wê forum û panelên li ser sinemaya Kurdi jî birêve biçe. wê nîşandana fîlman li navçeya Beyogluyê li sinemaya “Cinemajestik”ê bi jêrnevisa Kurdi u Tirki bên nişandan.

Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane Festîvala fîlmên Kurdî piştî 3 salan li bajarê Stenbolê birêve diçe. Festîvala ku dixwaze bo nîsandana fîlmên Kurdî bibe alternatifek wê heta 29ê Adarê berdewam dike.