Mariah Carey konsera xwe ya Brûkselê betal kir

Navenda Nûçeyan – Stranbêja navdar a cîhanî Mariah Carey piştî teqînên li paytexta Beljîkayê bajarê Berûkselê, konsera xwe ya roja Duşema bê, betal kir.

Mariah Carey li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, wê konsera xwe ya do 27ê Adarê de li Brûkselê betal kiriye.

Carey derbarê sedema betalkirina konserê de wiha got: “Ez hez heyranên xwe yên li Brûkselê dikim. Lê ji bo ewlehiya hezkirên min û tevahiya xelkên Brûkselê betalkirina konserê bo min hat pêşniyarkirin.”

Hêj ne diyar e ku konser dê piştre bê lidarxistin an neyê.

Mariah Carey 45 salî ye û di sala 1990 de navdar bibû.