Wan (Rûdaw) - Dengbêj Îsmet dengbêjekî navdar ê Bakurê Kurdistanê ye ku li Geliyê Zîlan ji dayik bûye û bi dengê xwe êş û derdên Kurdan û komkujiya Geliyê Zîlan tîne ziman.
Dengbêj Îsmat xelkê gundê Şora yê ser bi navçeya Erdîşa Wanê ye, ew dengxweş û dengbêjekî gelek serkeftî ye.
Ew gundê ku dengbêj Îsmet lê hatiye dinyayê di salên avabûna komara Tirkiyê de şahidiya gelek qetlîam kirine. Ji kes û karen dengbêj Îsmet jî gelek kes di wan bûyeran de hatine kuştin. Ew bûyerên di wan salan de qewîmîne bi dengbêjan bûne kilam û çîrok gihîştine rojên îro.
Dengbêj Îsmet jî ji bermahiyên wan rojên bi xwîn û girî kilaman dibêje û wî dîroka tarî bi kilamên xwe ronî dike û radixe ber çevan.
Ev dengê ku lemên wî li guhên we dixin dengê dengbêj Îsmetê gelî ye. Ev çemê ku di nav gund re diherike, û ev gund jî şahidên gelek malwêranîya ne. Geliyê Zîlan warê êş û azaran e, Geliyê Zîlan jîngeha dengbêj û çîrokan e, cihê birinên Heso û bê çaretî û bêmirazîyên Nazê ne.
Li vî erdnîgariyê dengbêjan şahidiya her xem û êşekî kirine qirik û gewriya dengbêjan ji derd û kulan re bûne stargeh. Çîroka jîn û jana dengbêj Îsmet jî li peravê çemê Geliyê Zîlan li gundê Şora destpê kiriye. Lê ew zivistanan koçî Ercîşê dike, biharan jî dîsa berê xwe dide Geliyê Zîlan û kilamên xwe bi avê de berdide.
Dengbêj, Îsmet Şorayî ji Rûdawê re behsa xwe dike û dibêje, “Ez ji êla Geliyê Zîlan ji eşîra Hemoyî me. Ez li Gelîyê Zîlan ji dayîk bûme. Di qetlîama Geliyê Zîlan de gelek ji malbata mala bavê min, mala kalikên min jî di siyaseta Geliyê Zîlan de hatine kuştin.”
Ew şevên ku tarîtiya wî bi kilam û meselokan ronî dibûn, çîroka dengbêjîya Îsmet jî destpê kiriye. Ji hingê ve heta niha ne kilaman dev ji wî berdaye ne jî wî dev ji dengbêjiyê berdaye.
Dengbêj Îsmet behsa dema destpêkirina dengbêjiya xwe dike û dibêje, “Ez li ber pez bûm, ez şivan bûm hêj zarok bûm jî, ez rojekê hatim malê diya min got wele Kerem hatiye vê derê. Ez çûm min dît li mala kalikê min rûniştî ye. Min derî vekir min xwest ez herim hundir rûnêm, nehîştin ez herim hundir. Min dît ku kilaman dibêje ez jî bûm heyranê denge wî .Çend sal piştî wî êdî hişê min diçû li ser dengbêjiyê. Ez çûm li Erdîşê kasetfiroşek hebû min got bandên dengbêji Keremê Oxçiya li cem te hene, gıot erê hene min ewçax çend heb bandên wî anî malê, teyîbek min a biçûk hebû min band davete ser guhdariya kilamên wî kir hema ez wisa bûme dengbêj.”
Dost û hevalên wî jî kes û karen wî jî hem bi dostanîya wî hem jî bi dengbêjîya wî şanaz û serbilind in.
Dengbêj Aydin, hevalekî dengbêj Îsmet dibêje, “Yanî heke kesek dest avêtiba dengbêji Îsmet, dê gelek serkeftî bûya. Kes lê xwedî derneket. Ew qîmeta ku ew hêjayî wê ye, wî ew qîmetê nedîtiye. Yanî dengbêjek gelek hêja ye. Mînanî wî dengbêjî pir kêm in.”
Lavê Şorayî jî dibêje, “Dengbêjiya wî pir baş e. Em hez dikin dengê wî li dinyayê belav bibe. Dengê wî pir xweş e. Kêfa xelkê jî gelek jêre tê.”
Di vê demsala ku hemû kul û keder bi berfê hatine nixavtin de, hê jî şîna Geliyê Zîlan ya ku bi salane tê girtin dewam dike, li Hesen Evdalê heso hê nexweş e Nazê jî hê bêmiraz e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse