Bi şanoyekî bûne Milyo-Nêr

25-12-2016
Piştwan Cemal
Nîşan Milyo-Nêr Şano Silêmanî Tîpa Rengele
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şevekê sar bû lê temaşevanan kom bi kom berê xwe dabûne hola şanoyê û li hêviyê bûn, ku demek ji ya din zûtir perdewa şanoyê vebibe û ew bi dîmenên komedî şed bibin. Li gel vebûna perdeyê û hatine aktoran bo ser dike, çepikan dest pê kir.

 

Şanoya Milyo-Nêr, 15emîn berhema Tîpa Koma Hunerî ya Rebgele ye û yekemîn car roja 5ê Cotmeha 2016ê li Hola Hunerên Ciwan li bajarê Silêmaniyê hate nimayîşkirin. Şano berhemê nivîskarê misirî Yusra El-Erebî ye, hunermend û aktrîst Aryan Omer wergerandiye ser zimanê kurdî û her wê bi xwe jî derhêneriya şanoyê kiriye. Aktorên komediyê yên Silêmaniyê Mahîr Hesen û Ehmed Colla jî tê de rol dilîzin.  

 

Behsa çi dike?

 

Derhênera şanoyê Aryan Omer derbarê şanoyê de ji Rûdawê re got; “Ev berhem behsa çîna sermayedar û hêjhar dike ku di rastiya îro ya Kurdistanê de cudatiya di navbera van herdu çînan de bi eşkereyî tê dîtin. Em bi pêşkeşkirina vê şanoyê erkê xwe cîbicî dikin û tiliyê datînin ser êş û azarên gelê xwe.”

 

Aryan Omer û lîstokvan Mahir Hesen biryar dane, ku navê şanoyê bibe “Milyo-Nêr”. Derbarê vê yekê de Mahir Hesen ji Rûdawê re got; “Hinek kes hene, di hemû şert û mercan de bi awayeke ne rewa û şer’î xwe dewlemend dikin. Gotineke kurdî heye ji bo wan kesan û dibêje, ew xwe weke Nêr dibînin. Navê şanoyê jî ji vir tê.”

 

Hol tejî dibe

 

Hola şanoyê her roj dagirtiye. Weke bêjin girêbest ligel lîstikvanên şanoyê kirine, heta nîmayîşa şanoyê xilas be, ew jî dê her roj bên temaşe bikin.

 

Di hole de cihê 300 kesan heye û kêm roj nehe ku hol tejî û dagirtî nebe. Nirxê her bilêtekî 5 hezar dînar e û hinek ji temaşevanan zêdetirî carekê hatine seyra vê şanoyê.

 

Sîrwan Ebûbekir hemwelatiyekî kasibkar e û 30 salî ye. Bi gotina wî heta niha 3 caran hatiye temaşekirina vê şanoyê.

 

Sîrwan dibêje; “Rast e krîza darayî heye lê em hemû jî dizanin, ku jiber rewşa niha ya Kurdistanê derûnê xelkê westiyaye. Dema vê berhema hunerî dibînin çend demjimêrek jî be, dilê me xweş dibe û dikenin. Ji ber vê jî 5 hezar dînar ji bo dîtina Milyo-Nêr ne zêde ye.

 




Dahat 80 milyon dînar e

 

Şanoya Milyo-Nêr cara duyemîn di navbera rojên 15 û 19ê Kanûna 2016ê de hate nimayîşkirin û nêzîkî 23 hezar kesan temaşe kir.

 

Li gorî gotina Mahir Hesen ji bilî hejmareke mêvan ku bê beramber tên dîtina şanoyê, rojane 400 hezar dînar jî xerca hol û karmendan didin. Ji bilî di hinek kanalan de jî reklama şanoyê tê kirin.

 

Tîpa Rengele bi şanoya xwe ya bi navê Milyo-Nêr, bûne milyoner. Derbarê dahata şanoyê de Mahir Hesen got; “Heta niha 80 milyon dînar dahata me heye. Ji sedî 10ê vê pereyê didin tîpa hunerî û yê din jî her yek ji beşdaran li gorî rola xwe pere werdigre.”

 

Mahîr bi kenîn ser zêde kir, “Xwezî ev milyon dolar bane ne ku dînar.”

 

Rekor naşkîne

 

Beriya Milyo-Nêr, Tîpa Rengele 14 berhemên din pêşkeşkirine. Heta niha herî zêde şanoya bi navê “Benî’îs” hatiye temaşekirin ku ev şano di sala 2013ê de bi giştî 118 rojan hatiye nimayîşkirin.

 

Mahîr Hesen dibêje, zehmete ku Milyo-Nêr bigihe vê rekorê lê heta temaşevan hebin dê vê şanoyê nîşan bidin.

 

Herwiha Tîpa Koma Hunerî ya Rebgele niha drameyekî televîzyonî amade dike, ku biryare di meha Remezana 2017ê de bê weşandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst