Koma navdar a muzikê Rastak îro li Amedê konserekê saz dike

25-11-2017
Emîn Aba
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rastak Stenbol Amed Konser Alîkarî Kirmanşan Erdhej Kurdistan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Koma muzîkê ya bi navê Rastak, li bajarê Stenbolê konsertek lidar xist. Ev grup cara yekem e ku li vî bajarî konsertê çêdike. Taybetmendiya vê konsertê jî ew bû ku dahatên wê, ji bo qurbaniyên erdhêja Rojhelata Kurdistanê dê bên şandin.

 

Koma muzîkê ya navdar a Îranî Rastak piştî ku pêr li Navenda Çandê ya Bostanci ya Stenbolê konserek lidarxist dê îro 25.11.2017ê li bajarê Bakurê Kurdistan li Amedê jî bi heman  şêweyî konsereke din saz bike.


Koma Rastek, bi sazkirina vê konsertê him dilê bîseran xweş kir him jî rê bi wan da bo destê alikariyê dirêjî qurbaniyên erdheja Rojhilata Kurdistanê bibe.


Endama Koma Rastak Dîna Dostî ji Rûdawê re wiha got: “Gellek kêfxweş im. Ev cara yekem e em li Stenbolê konsertê saz dikin. Min ji vê derê gellek hez kir."


Endamê Koma Rastak Farzad Moradî jî got: “Me albumek taze derxistiye. Hêvî dikim ku dê bê ecibandin."


Weke endamên Kona Rastak, kesên ku hatibûn bo guhdarîkirinê jî ji gellek pêkhateyan bûn. Lê zêdetirê wan Kurdên li Stenbolê dijîn bûn.


Kesekê bi navê Nazê Bulut anî ziman: “Wele min hêj ji zanîngehê ew kom nas dikir. Gellek kêfa min ji muzîka wan tê ji ber wê ez hatime."


Welatî Ruken Canan jî got: "Dema min li ser înternetê xwen ku alîkarî ji bo qurbaniyên erhêjê tê kirin min got ezê jî beşdar bibim"


Bijîşk Mahmud Zêdo jî ragihand: “Ev grupek înternasyonel e. Bi zimanê kurdî, tirkî, azer stranên xweş dibêjin."


Welatiya bi navê Xecê Sanri jî wiha axivî: “Çand û hunera gerdûnî dimeşînin ji ber wê yekê em jî wan dişopînin."


Hemwelatiyek Fransî Antoian Gillon jî got: “Ez vê grubê baş nas nakim lê bi giştî ji muzîka kurdî û îranî pir hez dikim."


Ji bo konserê nêzîkî hezar bilêt hat firotin û nêzîk 120 hezar lirê tirkî (30 hezar û 400 dolar) hat komkirin. Ki vî pereyî dê mesrefên hatiye serfkirin werin derxistin û yê dimîne jî bê rê kirin ji bo qurbaniyên erdheja Kirmnaşanê.


Koma Rastek dê di 25.11.2017 ango îro bi heman şêweyî li bajarê Amedê jî konsertek lidar bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst