Brader ligel hunermend Dijwar û Şiyar klîpeke nû belav kir

25-10-2022
RÛDAW
Brader Mûsikî, ligel hunermendên ciwan Dijwar û Şiyar klîpa bi navê “Navê Te” belav kir.
Brader Mûsikî, ligel hunermendên ciwan Dijwar û Şiyar klîpa bi navê “Navê Te” belav kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Brader Mûsikî, ligel hunermendên ciwan Dijwar û Şiyar klîpa bi navê “Navê Te” belav kir.

Klîpa strana “Navê Te” ku gotin û mûzîka wê yên Brader in û ji aliyê Brader, Dijwar û Şîyar ve hatiye xwendin, li Mêrdînê hatiye kişandin û li ser platformên sosyal medyayê hat weşandin.

Hunermend Brader derbarê stranê de ji Rûdawê re got: “Ev straneke min a salên 1990î ye. Li ser daxwaza hunermendên ciwan Dijwar û Şîyar min bi kêfxweşî pejirand ku em bi hevre vê strana Navê Te nûjen bikin û bi hev re bikin vîdeoklip û têxin xizmeta muzikhezên xwe.”

Brader dibêje, di çarçoveya piştgirîya hunermendên ciwan de bi armanca geşkirina xebata hevbeş ev kar pêk anî ye.

Brader herwiha got: “Ji bo balkişandin û piştgirîya Rûdawê spas dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst