Silêmanî (Rûdaw) – Derhênerê navdar ê Japonyayê Tekayukî Yoşîda, li Tokyoya paytext dijî. Wî dizanî dê dorpêçê daynin ser esmanên Kurdistanê û divê bi transît ji Bexdayê re vegere welatê xwe. Lê weke ku ew dibêje, “di sînemayê de sînor nînin”. Şewma biryar da were Silêmaniyê û beşdarî festîvala fîlman bike.
Tekayukî Yoşîda, ku xwediyê bi dehan fîlman e, di dema Festîvala Navdewletî ya Fîlman a li Silêmaniyê de endamê lîjneya dadwerî bû û ji Rûdawê re axivî. Bi nêrîna Yoşîda “komkujî xala hevbeş a sînemaya kurdî û japonî ye.”
Tu endamê lîjneya dadwerî ya festîvala fîlman a Silêmaniyê bûyî, asta fîlmên kurdî çawa bû?
Min heta niha temaşeyê hinek fîlmên kurdî kiriye, bi taybetî fîlmên dokûmentarî. Ez endamê lîjneya dadwerî ya beşa dokûmenteran bûm. Herwiha min li hinek fîlmên kurdî jî nêrî. Piraniya wan gelek bala min kişandin. Ji ber ku roja îro di dîroka Kurdistanê de demeke pir giring e. Beriya çend rojan li Kurdistanê giştpirsiya serxwebûnê hate kirin. Ev jî bû sedem ku ez hizra fîlmên kurdî bikim û li wan binerim. Min fam kir, ku fîlm dikarin ji mirovan re bêjin ka çawa ev welat bibe dewletekî serbixwe. Fîlmên kurdî ez matmayî hiştim.
Bi nêrîna te sînemaya kurdî û ya japonî dişibin hev, xalên hevpar hene?
Weke mînak min fîlmek dît, di wê fîlmê de mirovek heye û di komkujiya Helebceyê ya sala 1988ê de herdu lingên xwe ji dest daye. Niha jî li ser kursiya bi teker dixwaze Kurdistanê bigere. Bîranîna komkujiya Helebceyê pir dişibe komkujiya Hîroşîma û Nagazakî ya sala 1945ê li Japonyayê.
Weke derhênerekî, bi nêrîna te peywendiya di navbera sînema û welatekî serbixwe de çi ye?
Fîlm dikare bibe peyamek, ne bi raste rast lê bi rêya çandî û kultûrî. Ji bo şandina peyama siyasî ev gelek giring e. Ji ber vê yekê ez bawer dikim, ku fîlm li Kurdistanê dibe alîkar ji bo ev der bibe welatekî serbixwe.
Rewşa sînema û berhemanîna sînemayî li Japonyayê çawa ye?
Bi şêweyekî giştî li Japonyayê ciyawazî di navbera berhemanîna fîlmên di nava stûdyo û derve de hene. Niha ev ciyawazî mezintir û mezintir dibe. Mesref û lêçûna fîlmên di stûdyoyê de ji yên derve kêmtir e. Hikûmeta Japonyayê piştgiriyê dide derhêner û aktorên fîlman, çi yên serbixwe kar dikin, çi jî yên din.
Li Silêmanî herî zêde çi bala te kişand?
Roja piştê ya hatina min a Silêmaniyê, karmendên festîvalê ez birime bazarê û gelek tiştan bala min kişandin. Ez li hember kelepûra kurdî mat mam.
Dema tu li Silêmaniyê bûyî biryar hebû esmanên Kurdistanê ji geştên esmanî re werin girtin. Tu çawa hatî Silêmaniyê?
Beriya ragirtina geştên esmanî min karî xwe bigihînime firokexaneya Silêmaniyê. Pğir kêfxweş im ku niha li vir im. Gelek mêvanên vê festîvalê ji welatên din hatine. Ti sînorekî s3inemayê nîne. Pêwîste em jî sînoran nehêlin di navbera Iraq û Kurdistanê de. Bi baweriya min bi hevre jiyana nav welat, çand û kûltûrên cuda de pir giring e.
Piştî esmanên Kurdistanê dibe deriyên sînor jî werin girtin, haya te ji vê heye?
Belê haya min heye lê weke min got, ti sînorên sînemayê nîne.
Weke sînemakarekî asyayî, ji bo çêkirina fîlman hûn dikarin sûdê ji çîrokên Kurdistanê werbigrin? Bi taybetî jî çîrokên şerê DAIŞê?
Ez di vê mijarê de ne piştrast im lê niha gelek fîlm û bi taybetî jî yên dokûmentarî hene li ser çîrokên şerê DAIŞê. Ez ne piştrast im ka dikarin li ser van çîrokan fîlman çêbikin yan ne. Bêguman niha dema wê ye, ku ev çîrok bibin fîlm, vêca çi ji aliyê derhênerên Kurdistanê be çi jî ji yê Japonyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse