Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ji bo xwîneran bû coşeke mezin

Amed (Rûdaw) -  Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku piştî 4 salan hate vekirin, di nava xwîneran de bi xwe re coş û peroşeke mezin anî.


Gelek kes bi vekirina pêşangeha pirtûkan kêfxweş bû lê gelek kes ji buhayê zêde yên pirtûkan jî nerazî bûn.


Derbarê vê yekê de xwendekara bi navê Şahîn Çinar ji Rûdawê re wiha got: “Her tişt zem bûye, buha bûye, tu tiştekî nayê standin. Em li pirtûkan dinêrin ew jî buha bûne. Em nizanin çi bikin.


Mamosteya bi navê Gulbahar Balik jî got: “Ez jî mamoste me. Xwendekarên me hene. Em dixwazin xwendekarên me jî van pirtûkan nas bikin, bixwînin, bibînin û bi zimanê xwe bipeyivin.”


Xwendekar Evdilmutalîb Yener diyar kir pêşangeh ji bo xwendekaran jî bo herkesî jî pir baş e, û wiha axifî: “Ji bo pirtûkan, ji bo asoya me fireh be baş e. Lê pirsgirêkek heye; pirtûk pir buha ne.


Derbarê pêşangehê de welatiyê bi navê Ehmed Yurtsever jî anî ziman: “Pêşangeh gelek xweşik e. Çend sal bûn venedibû. Lê niha hate lidarxistin. Pirtûkên li gorî min gelek in.


Welatî Mehfûz Kizil dibêje: “Ez bi xwe li buhayê pirtûkan nanêrim. Buhayê pirtûk û nivîsan tune ye.”


Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê piştî 4 salan 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a TUYAPê deriyên xwe ji xwendevanan re vedike.


Pêşangeha ji aliyê TUYAPê ve û bi piştgiriya saziyên din ên Amedê tê vekirin û heta 30ê mehê berdewam dibe. 120 weşanxane beşdarî pêşangehê dibin, ku dê di pêşangehê de nêzîka 60 çalakiyên wek panel û gotûbêj werin sazkirin.


Îsal mêvanê rûmetê yê pêşangehê "Migirdiç Margosyan" e, ku ew bi xwe Ermenî ye û li taxa Xançepeka Amedê mezin bûye.


Hêjaye gotinê ye îsal li ser afîşên pêşangehê, zimanê Kurdî nebû.