Şerîf Qeyran dibe Êzîdî

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Şerîf Qeyran stranek li ser Kurdên Êzîdî bi navê “Şengal” tomar kir.

 

Strana Qeyran derbarê wan zarokan de ye ku li ser Çiyayê Şengalê ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Şerîf Qeyran klîpa vê stranê di rûpela xwe ya taybet de belav kiriye.

 

Klîpa Qeyran bi wan gotinên parlementera Kurda Êzîdî Viyan Dexîl destpêdike ku li parlementoya Iraqê bi girî gotibûn û li tevaya cihanê deng vedabûn. Şerîf Qeyran di strana xwe de dibêje: “Ez Kurdekî Êzîdî me.”