Nivîskar û helbestvanê Kurd Mihemed Efîf Hisênî wefat kir

25-08-2022
RÛDAW
Nivîskar û helbestvanê Kurd Mihemed Efîf Hisênî wefat kir
Nivîskar û helbestvanê Kurd Mihemed Efîf Hisênî wefat kir
Nîşan Kurd Nivîskarê Kurd Mihemed Efîf Hisênî Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Efîf Hisênî li Swêdî li mala xwe di 65 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, Mihemed Efîf Hisênî ew 4 sal bûn li bajarê Vakistan ê Swêdê dijiya.

Di wan salên dawiyê di aliyê derûnî de rewşa wî baş nebû.

Li gor agahiyan, Mihemed Efîf Hisênî di tenêtiyê de li mala xwe wefat kiriye û cîranên wî dema jê re telefonê dikin û bersivê nade, diçin mala wî û dibînin ku wefat kiriye.

Pizîşkiya Dadê ya bajarê Vakistan ê Swêdê ragihandiye, Mihemed Efîf serê sibeha roja Çarşembê ji ber krîza dil koça dawî kiriye.

Dostên wî dibêjin, wî di wesiyeta xwe de gotiye, li cihê ku ew lê miriye wî veşêrin.

Mihemed Efîf Hisênî Sala 1957an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sala 1989 koçberî Swêdê bûbû.

Li zanîngeha Gothenburgê dersên zimanê Erebî didan

Mihemed Efîf Hisênî li Şamê di zimanê Erebî de mastera xwe wergirtibû.

Bi dehan berhemên wî yên roman, helbest û lêkolînan hene, wek Biharatên Hind-Ewropî, Gulsin, Hinekî bi min re bipeyive û gola ji destên te.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst