Fîlma ‘Avatar’ dê cardin wekî 4K bê pêşandan

25-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  "Avatar"a fîlma James Cameron ku xelata Oscarê hildaye, dê wekî 4K HDR cardin di 23yê îlonê de têkeve vîzyonê.

Fîlm cara ewil di 2009an da li sînemayan hatibû pêşandan û bibû fîlma herî serkeftî ya hemû deman. Di fîlmê de Sam Worthington, Zoe Saldana, Stephen Lang, Michelle Rodriguez û Sigourney Weaver rol wergirtin.

Çêkerên fîlmê James Cameron û Jon Landau ne.

Xelata "Fîlma Herî Baş" û "Derhênerê Herî Baş" jî tê de ev fîlm di neh beşan de wekî berbihêra Xelata Akademiyê nîşan dan, di beşa "Sînematografiya Herî Baş", "Sêwirandina Herî Baş", "Efekta Dîtbariyê ya Herî Baş" de sê xelatên Oscarê bidest xistibû.

Dewama fîlmê "Avatar: Rêya Avê" jî dê di 16ê berfanbarê de têkeve vîzyonê.

Di "Avatar: Rêya Avê" de behsa çîroka malbata Sully tê kirin li ser zehmetiyên dikişînin û ji bo ku tiştek bi wan neyê şerê ku dikin, radiweste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst