Bariş Yildirim yekem albuma xwe ya Kurdî amade kir

25-08-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Bariş Yildirim Albuma Kurdî Bêdeng Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Bariş Yildirim ku hunermendekî naskirî ye li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, yekem albuma xwe ya Kurdî amade kir.

Yildirim zêdetirî deh sal e karên muzîkê dimeşîne. Beriya niha çend albumên bi Tirkî ji aliyê wî hunermendê Kurd ve hatibûn amedekirin. Yildirim niha jî albumek Kurdî bi navê “ Bêdeng” amade kiriye.

Di albuma Bariş Yildirim de 4 stranên Kurdî ku muzîka wan hemûyan ji aliyê wî bixwe ve hatine amade kirin cih digirin.

Di albumê de stranên ku gotinên wê ji aliyê nivîskarê Kurd Zana Kiliç ve hatine nivîsin jî heye. Di albuma Bariş Yildirim de heman demê stranek bi navê Dilocan heye ku ew strane jî ji helbesteke Berpirsê Ofîsa Rudawê ya Enqerê Şewket Herkî pêk tê.

Bariş Yildirim meha gulanê jî albumek bi Tirkî bi navê “ Bahar Gelmiş Olmalı “ di meha Xezîranê de  jî her dîsa bi Tirkî Albumek bi navê “ Adım Hazîran” amade kiribû.

Albuma Bariş Yildirim ya bi Kurdî jî dê roja 25ê Meha Tebaxê li  Spotify, Apple Muzik, YouTube Muzik, Tidal, Deezer û li platformên din were belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst