Dilber Cizîrî: Ji stranên Mihemed Arif Cizîrî ferî Kurdî bûm

Stranbêj Dilber Cizîrî ku ev heyamake dûr û dirêj e li Almanyayê dijî niha ji bo çend projeyên hunerî li Başûrê Kurdistanê ye.


Stranbêja ji Bakurê Kurdistanê Dilber Cizîrî amadekariya tomarkirin û belavkirina albumeke nû dike. Herwiha ew dixwaze çend stranan wek duet ligel stranbêj û hunermendên Başûrê Kurdistanê bibêje.


Dilber Cizîrî diyar kir ku ew jî hunermendên wek Şakiro û Mihemed Arif Cizîrî ferî zimanê Kurdî bûye.


Stranbêj Cizîrî derbarê xebat û perojeyên xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.


Rûdaw: Bi salan e tu li Ewropa dijî. Ji bo hunermendeke Kurd karkirina li Ewropa çawa ye?


Dilber Cizîrî: Karkirin û sazkirina çalakiyên hunerî bo hunermendên Kurd, li Ewropayê gelek zehmet û dijwar e. Çimkî her jenyarê amûrên muzikê ji welateke cuda ne û komkirina wan zehmet e. Ligel vê yekê ji aliyê darayî ve jî zehmetiyên xwe hene. Vê yekê jî wiha kiriye ku hunermendên li Ewropya dijîn çalakiyan zêde saz nakin, tenê bi bonyeyên wek Newroz, sersal û çend boneyên din beşdarî çalakiyan dibin. Lê li Kurdistanê karê hunerî zêdetir û xweştir e û hejmara jenyaran jî zêdetir e. Xelk jî zêdetir di çalakiyên hunerî de amade dibin. Ligel vê yekê aliyên peywendîdar jî girîgiyê bi huner û hunermendan didin.

 

Wate li Ewropa tu nikarî bi hunerê bijî?


Hunermend ne tenê nikare bi hunerê debara xwe bike yan jî bijî, di heman demê de karên dijwar dikin ku bo bikarin karên xwe yên hunerî berdewam bikin. Ez yek ji wan kesan im ku ji bo klîbê pereyê xwe xerc bikim. Dibe ku gelek kes bawer nekin, lê heta niha ti kompaniyek, dezgeh an jî karsazek bo berhemên min nebûne sponsor. Heta niha, min tevahiya klîbên xwe bi xwe pereyên amade kirine.

 

Li Almanyayê hikûmet alîkariya hunermendan nake?


Belê, bêguman hikûmeta Almanyayê alîkariya hunermedên Alman dike û gelek kompaniyên mezin jî di karên hunerî de dibin sponsor. Hunermendên Alman wekî me ji bilî karê xwe yên hunerî kareke din nakin, pêwîstiya wan bi kareke din nîne. Hemû xeyalên wan li ser karên hunerî ne.

 

Eger bi almanî stranan bibêjî dê alîkara we bikin? 


Bêguman dê zêdetir alîkariya me bikin, lê hemû xem û hewlên min li ser çand, muzik û stranên Kurdî ne. Ez dixwazim ji bo neteweya xwe kar bikim. Beşeke mezin ji Kurdên diasporayê çanda û zimanê xwe ji bîr kirine, em dikarin bi stran û muzikê; çand û zimanê xwe dîsa li beramberî wan şêrîn bikin û zimanê neteweyî neyê jibîrkirin. Lewma min tevahiya bala xwe daye li ser zimanê Kurdîn bi taybetî Kurmancî. Ez bi rêya stranên Mihemed Arîf, Eyaz Yûsif, Mihemed Arif Cizîrî, Şakiro çend hunermendên navdar ên Kurd ferî zimanê Kurdî bûm. Li hemberî Kurdî û çanda Kurdî evîneke min a mezin heye. Di zarokatiya me de bavê min em ferî wan stranan kirin. Ji ber wê evindariyê, ez bi karê hunerê re mijûl bûm.

 

Tu dixwazî çand û folklora Kurdî wek xwe bimîne yan jî bê nûjenkirin? 


Ez ligel herdu şêweyanim. Nabe mirov çand û hunera xwe ji bîr bike, lêbelê nikare xwe ji nûjenkirinê jî bêpar bike. Mirov dikare ji teknolojî sûdê werbigire û huner û muzika xwe dewlemend bike. Moderkirina muzik û folklora Kurdî gelek girîng e. Eger karên akademî û hunerî li ser bê kirin, dê li ba Kurdan zindî bimîne.

 

Tu li ser medyaya civakî zêde ne çalak î, sedemên vê yekê çi ne?


Birastî ji ber kar gelek mijûl im, lewma zêde dema min nîne ez li ser medyaya civakî xerc bikim. Ji bilî karê xwe yê hunerî ez karên din jî dikim. Hinek caran têne wêneyên xwe li ser medyaya civakî belav dikim. Ji bo medyaya civakî pêwîstî bi demê heye. Li Ewropa mirov nikare zêde dema xwe bi medyaya civakî re derbas bike, xelk piranî bi karên xwe ve mijûl dibin. Dema mirov diçe malê ji ber westabûnê keyfê ji medyaya civakî jî wernagire.

 

Projeyeke nû ya te heye?


Li Başûrê Kurdistanê niha mijûlî çend projeyan dibim. Ez dixwazim ligel hunermendek ji Başûrê Kurdistanê duetê bikim. Herwiha amadekariya klîbikê dikim. Ez dixwazim dîmenên klîbê li Brîtanya yan jî Swêdê tomar bikim. Ez naxwazim niha zêdetir behsa berhemên xwe bikim, bila wek Surprîz bimînin. Herwiha plan dikim li Ewropa çend konsertan saz bikim.