Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê dest pê kir

Dêrsim (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê û navçeyên wê 22yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi çalakiyên cur bi cur dest pê kir.

Festîvala vê carê bi dirûşma “Em dê Destûrê Nedin Zeftkirina Xweza û Îradeya Xwe” tê lidarxistin.

Festîvala ku bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê tê lidarxistin bi gerandina govendê dest pê kir.

Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu û hevşaredarên Dêrsîmê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî vekirina festîvalê bûn.

Şaredarê Dêrsimê Cevdet Konak di axavtina destpêkê de behsa naveroka festîvalê kir.

Şaredarê Dêrsîmê Cevdet Konak got:

“Ji bo parastina nirxên xwe yên pîroz, ji bo bi azadî bi zimanê biaxivi û, baweriya xwe bi azadî bijîn em ev 22yemîn car e festîvala xwe pîroz dikin.

Em îro bi şîara 'Em dê Destûrê Nedin Zeftkirina Xweza û Îradeya Xwe' dest bi festîvala xwe dikin.

Armanca sereke ya vê festîval, li dijî feraseta me û nasnameya tune dihesibîne ye.

Em careke din hemû saziyên xwe yên ku ked daye vê festîvalê silav dikin.

Ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û ji welatên Ewropayê jî gelek kesan ji bo festîvalê berê xwe daye Dêrsimê û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Festîval dê heta 28ê Tîrmeha 2024an berdewam bike û dê di nav 4 rojan de gelek semîner, konferans, panel, konser û çalakiyên cur bi cur bêne sazkirin.

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê yekem car sala 1999an hatibû lidarxistin.