Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de jin xwedî roleke berçav bûn

Moskow (Rûdaw) - Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskwê, ku bi hevkariya Tora Midyayê ya Rûdawê tê lidarxistin, îro bi dawî hat. Yek ji ciyawziyên Festîvala Moskowê ev e, ku rêkxerên wê jin in, derhênerên jin jî têde beşdar in û dibêjin ku nerîna wan taybet e û ew bêhtir girngiyê didin wekhevî û azadiyê .

Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskwê, ku bi hevkariya Tora Midyayê ya Rûdawê tê lidarxistin, ya  yekemîn e. Lê di dîroka festîvalên sînemaya Kurdî de xwedî ciyawazikî ye û ji çend hêlên din jî ketiye rêza yekemîn.

Yek ji ciyawziyên Festîvala Moskowê ew e, ku rêkxerên wê jin in.

Gulîzer û Zînê dayik û keç in. Tam du sal in ku ji bo lidarxistina vê festîvalê têkoşîneke bê hempa dane.

Gulîzer Gerdenzerî, Seroka Festîvala Fîlmên Kurdî li Moskow ji Rûdawê re ragihand: “Destên jinan têde heye. Du jin organîzatorên vê festîvalê ne. Di programa de heye ku derhênerên çend fîlman jin in, dîsa jî gelek lîstikvanên jin di van fîlman de lîstine. Du derhênerên Kurd îro hatine û amade bûne di festîvala me de. Fîlma destpêkirinê û ya girtinê jî yên du derhênerên jin in.”

Bê guman, rûyê her çalakiyê, logo, baner, poster û afîş û rêklamên wê ne û karê sosyal medyayê ye.

Zînê Biroyan tevî temenê xwe yê ciwan, berpirsiya vêbargiraniyê tenê hilgirtiye ser milên xwe.

Zînê Biroyan, rêkxer art dîrektora festîvalê dibêje, “Belê karekî mezin e min girtiye ser milê xwe. Min dîzayn xwendiye, ez dizanim logo, poster û baner çê bikim, min gelek dixwest di logoya me de ala Kurdistanê hebe.”

Ewê ku vekirin û girtina Festîvalê bi fîlmên derhênerên jin hatiye plankirin, û herî kêm 5 derhênerên jin di Festîvalê de beşdarî in, rengê jinê hîn zêdetir ronî dike.

Lê derhênerên jin ên Kurd dibêjin, xwegihandina vê astê ji bo wan asan nebûye.

Leyla Toprak, derhênera Kurd dibêje: “Nêzîkbûna jinê û nêzîkbûna jiyanê pir cuda ye, bêtir nêzîkbûnek mirovî heye, ji bo her tiştî bêtir helwêsteke wekhev û demokrat heye.”

Ji aliya din, li ber derhênerên jin û aktrîsên Kurd astengiyên di nava malbat û di nava civatê de jî hene.

Derhêner Mizgîn Arslan jî dibêje: “Sînema hêj tiştekî pir nû ye û ji ber vê jî pir nayê qebûlkirin û heta wek tiştekî şerm tê qebûlkirin lêstikvanî, lewra rêyeke dirêj e, wek mînak ez nêzîkî 15 salan e di sînemyê de kar dikim, ji 2006an ve ez fîlman çê dikim, lê belê wext lazim bû bo malbatê ku qebûl bikin, ku fêm bikim, aniha serê wan bilind e.”

Di nava temaşevanên Festîvalê de jî hejmara jinan zêdetir dikeve pêş çavan. An ku jinên kurd ne tenê mora xwe, her weha rengê xwe jî, li Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dan.