Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro bi dawî dibe

Moskow (Rûdaw) - Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro 25ê Tîrmehê bi dawî dibe û festîval dê bi fîlma “Xaniya bê banî” ya derhênera Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Solîn Yûsif bê girtin.

Festîvalê di roja 21 Tîrmehê de li hola Sînemayê ya "KARO ART Oktyabr" destpê kir û heta îro 25 Tîrmehê berdewam kir.

Di festîvalê de bi giştî 35 berhemên derhênerên Kurd ên fîlmên sînemayê, kurtefîlm û belgefîlm ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û derhênerên biyanî hatin pêşandan.

Tora Medyayê ya Rûdawê hevkara fermî yê Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye û sponsoriya medyayî ya festîvalê kir.

Îro di roja dawî ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, festîval dê bi pêşandana fîlam “Xaniya bê banî” ya derhênera Kurd Solîn Yûsif  bê girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê, Kamîz Şedadî ragihand, li gor pispor û şopîneran, herwiha rêkxerên festîvalê, tevî hebûna rewşa pandemiya coronayê û kêmiya reklamê bo nasandina festîvalê, lê belê festîval di asteke baş de birêve çûye.

Kamîz Şedadî behsa çalakiyên îro yên festîvalê kir û diyar kir, fîlma Yek Momik, Du Momik, Sê Momik a derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Cano Rojbeyanî ku duh hatibû pêşandan, dê îro jî bê pêşandan, herwiha fîlma Cenneta Min a Ekrem Xeydo dê bê nîşandan, fîlma Bîranînên Ser Kevir a Şewket Emîn Korkî jî îro dubare tê nîşandan.

Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, ji cudahiyên vê festîvala fîlman ev e ku bi fîlmeke ji derhênereke jin hat destpêkirin û bi fîlmeke ji derhênereke jin jî tê girtin û bi dawî dibe.

Kamîz Şedadî destnîşan kir, merasima bidawîhatina festîvalê hatiye amadekirin û dê di demjimêr 19:00 li gor dema Moskowê bê lidarxitin û piştre dê aktor û derhênerên Kurd xatir ji Moskowê bixwazin û festîval bi fermî bi dawî bibe.